Şam (Rûdaw) - Li nêzîkî navenda bajarê Şamê li kampeke koçberên ji Colanê, 5 kes di tankeke mazotê de xeniqîn.
Yek ji wan kesan Welîd bû ku li gel xalê xwe yê xwediyê benzînxaneyê kar dikir.
Wî xwest asta mazotê ya di tankerê de zanibe lê ji nişka ve kat nava mazotê û xeniqî.
Piştre xalî wî Cîhda bi hawarî wî ve çû lê ew jî di nav mazotê de xeniqî.
Paşê Sadiyê kurê Cîhad li gel du cîranên xwe bi hawara wan ve çûn lê ew jî di heman tankerê de xeniqîn.
Şahidê bûyerê Wesîm Îbrahîm ji Rûdawê re got:
“Dengekî bi hêz hat, pişt re em derketin, me dê ew rizgar bikira, hin kesan hewl da dakevin lê wan ji bêhnê nekarî.
Li jor kesek ket xwarê û rewşeke awarte çêbû, me jî ew derxist.
Piştre wan pêwendî bi desteyê re kir, heta ku hatin û tîmên rizgarkirinê jî gihîştin.
Wan hewl da xortan rizgar bikin. Spas ji Xwedê re, piştî demekê me karî wan derxin.”
Termên 5 kesan ji aliyê kesên li kampê û malbatên wan ve hatin veşartin.
“Me tim kêmasî kişandiye”
Birayê yekî ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye Fexrî Dawûd got:
"Wî her tim dixwest ku sotemeniya me zêde hebe ji ber ku me tim kêmasî kişandiye.
Silav li canê pêxember be, yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye xwedî 4 zarokên bû.
Du ji wan mirin, du jî sax man. Fuad û Şadî."
"Kurê dikir hawar"
Elî Dawûd jî ku xizmê yekî ji wan kesên ku canê xwe ji dest da bû, wiha got:
"Kurê dikir hawar, bangî bapîrê xwe kir, ew jî daket da ku wan wan rizgar bike.
Lê ew jî ji bêhnê gêj bû, ez nizanim çi bi wî re çêbû. Kurê min derket û kir hawar.
Xelk hat û ew her du xort mirin. Min bihîst ku her du kesên mirine birayê hev in.
Ne ji ber ku ew apê min bû lê ew kesekî baş bû. Li kampê wî bi bihayekî kêm sotemenî difirot."
Termên her 5 kesan li goristana kampê hatin definkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse