Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kesên winda yên li Sûriyeyê di navbera 130 hezar û 300 hezarî de ye.
Seroka Saziya Serbixwe ya Taybet bi Kesên Winda yên li Sûriyeyê Carla Quintanayê ragihand ku saziya wan di nava salekê de li ser zêdetirî 75 hezar belgeyan xebitiye.
Bi gotina wê ew xebat ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên winda gelekî girîng e.
Bi vê yekê re, saziyê kariye gav bi gav bersivan bide malbatên kesên winda.
“Her malbata Sûriyeyê kesekî winda nas dike”
Carla Quintanayê ji malpera Neteweyên Yekbûyî re axivî.
Wê da zanîn ku xebata li ser wan 75 hezar belgeyan gelek encamên baş dane.
Ev xebat neh qatan ji xebatên demên berê zêdetir e.
Saziyê bi rêya van xebatan delîl bi hev ve girê dane û şêwazên windabûnê fêm kirine.
Her wiha saziyê dest bi dayîna agahiyan ji malbatan re kiriye da ku çarenivîsa xizmên wan eşkere bibe.
Carla Quintanayê diyar kir ku hejmara rasteqîn a kesên winda yên li Sûriyeyê hîn jî ne diyar e lê li gorî texmînan ev hejmar di navbera 130 hezar û 300 hezarî de ye.
Ew Sûriyeyê wekî yek ji wan welatan bi nav dike ku herî zêde kesên winda lê hene.
Wê anî zimên ku hema hema her malbateke Sûriyeyê kesekî winda nas dike yan jî endamekî xwe winda kiriye.
Nexşeyên gorên komî tên amadekirin
Carla Quintanayê her wiha eşkere kir ku ew bi Desteya Niştimanî ya Sûriyeyê ya ji bo Kesên Winda re li ser çend projeyan dixebitin.
Yek ji wan projeyan amadekirina nexşeyên bi sedan gorên komî ye.
Sazî pergalekê jî bi pêş dixe da ku dan û standina agahiyan û analîzkirina wan asantir bibe.
Ev pergal dê di paşerojê de piştgiriyê bide operasyonên bijîşkiya dadî û naskirina qurbaniyan.
Çar hêmanên sereke yên serkeftinê
Li gorî Carla Quintanayê, serkeftina hewldanên lêgerînê bi çar hêmanên sereke ve girêdayî ye.
Ev hêman "vîna siyasî, zanîn, bawerî û metodolojî" ne.
Wê anî zimên ku saziyê ji bo vekirina ofîseke daîmî ya li Sûriyeyê daxwazek kiriye.
Armanca vê ofîsê ew e ku hevahengiya bi desthilatdaran re xurttir bibe û ew rasterast bi malbatên kesên winda re bixebitin.
Lê belê saziyê heta niha ji bo vekirina ofîsê erêkirinek wernegirtiye.
Carla Quintanayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dê hewldanên xwe zêdetir bikin.
Wê got ku ew dê bi hevkariya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, rêxistinên civaka sivîl û malbatan re zêdetir bixebitin.
Armanca sereke ew e ku di demeke kurt de rastî derkeve holê û bersiv ji malbatên qurbaniyan re werin dayîn.



.webp&w=3840&q=75)