Li Şamê di merasîma Aşûreyê de teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

27-07-2023
RÛDAW
Cihê Teqînê
Cihê Teqînê
Nîşan Şam Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Sûriyeyê Şamê di dema amadekariyên merasîma Aşûreyê de teqînek çêbû.

Di teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand, di teqîna li taxa Seyîde Zeynebê ya Şamê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku teqînê di dema amadekariyên merasîma Aşûreyê de rû daye.

Teqînê bi otomobîleke bombebarkirî rû da û ji bilî zerara canî, çend otomobîl û avahiyên li derdorê jî xisareke zêde dît.

Ev teqîna duyem e ku di maweyê 48 demjimêrên borî de li Şamê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst