Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê naskirina bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn pejirand.
Her wiha destûr hatin dayîn xwendekarên ku li gorî materyalên Rêveberiya Xweser xwendiye, yên 2025-2026 û 2026-2027 de beşdarî ezmûnên giştî bibin.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, derbarê bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn biryara bi hejmara 1617/943yan da.
Ev biryar li ser bingeha bendên qanûna “Hejmar 31”ê ya 2024an e û li gorî biryarê pêwîst e rewşa qanûnî ya xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê jî li ber çavan were girtin.
Ev biryar beşek ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam e da ku pergaleke perwerdehiyê ya yekgirtî were avakirin.
Biryarên ku Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dane ev in:
Xala 1ê:
Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê ya Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di ezmûnên bawernameyên giştî (amadehî, perwerdeya bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027an de, beşdarî ezmûnên bawernameyên (amadehî û perwerdeya bingehîn) bibin.
Xala 2yan:
Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla Wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne werin naskirin.
Xala 3yan:
Ev biryar tê weşandin û ji bo bicîhanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin.


.webp&w=3840&q=75)
