SÛRIYE - Îsraîl topbaran dike xelk koçber dibe

27-03-2025
RÛDAW
Nîşan Dera Artêşa Îsraîlê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Suriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê gundê Kuweyayê yê Derayê topbaran kir û ji ber topbaran xelk koçber dibe.

Xelkê gundê Kuweyayê yê li rojavayê parêzgeha Deraya Sûriyeyê ji ber topbarana artêşa Îsraîlê mal û warê xwe bicîh hiştiye û berê xwe daye gund û deverên din ên Sûriyeyê.

Niştecihê gund ê bi navê Eşref Hafiz eşkere kir ku hêzeke Îsraîlî ji nişka ve derbasî nav axa Sûriyeyê bû û piştre tankên Îsraîlê ji gundê Maerînê yê derdora gundê wan topbaran kirine.

Li gorî gotina şahidan 3 kesan canê xwe ji dest daye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Xelkê Kuweyayê ji bêdengiya hikûmeta nû ya Sûriyeyê nerazî ye. Neşat Dexl Ellah dibêje pêwîstiya wan bi çekên dijî tankan heye.

Li gorî parêzgariya Derayê, ji encama topbarana Îsraîlê 6 kes hatine kuştin û 24 malbat jî koçber bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku roja sêşemê grûpeke çekdar gule berdane hêzên wan.

Ji dema rejîma Esed ketiye, artêşa Îsraîlê bi kûrahiya 2-8 kîlometreyan derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.

“Leşkerên Îsraîlê derbasî nava gund bûn”

Eşref Hafizeyê ji Derayê behsa rûdana pevçûnê kir û got:

“Em cotkar in û li nav zeviyên xwe kar dikin, îro ji nişka ve hêzeke Îsraîlî derbasî nav axa Sûriyeyê bû.

Ketin nav zeviyên gundê me û nêzîkî bîstanan bûn hinek xelkê gund rê li ber wan girtin lê şer di navbera wan de derket.

Pişt re tankên Îsraîlê ji gundê Maerînê derdora gundê me topbaran kirin.

Di encam de 3ê kesan canê xwe ji dest da û çend kesên din bi birîndarî sewqî Nexweşxaneya Rehem ya Derayê hatin kirin.”

Xelkê Kuweyayê ji bêdengiya hikûmeta nû ya Sûriyê nerazî ye.

Xelk ji hikûmetê çek û teqemeniyan dixwaze da ku xwe bi xwe parastinê di ber mal û milkên xwe de bike.

Wezareta Derve ya Sûriyeyê li gel çend welatên Erebî û cîhanê binpêkirinên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê şermezar kir.

“HTŞ bi haware me de nehatiye”

Gundiyekî din ê bi navê Neşat Dexl Ellah jî wiha got:

“Ew tişta ku em ji cimaeta Heyetê (Heyeta Tehrîr El Şamê) dixwazin tenê çek û teqemenî ne.

Teqemenî li ba me nîne, pêwîstiya me bi çekên dijî tankan û otomobîlên zirxpoş heye.

Ji sibehê û heta niha ti kesî ji Heyeta Tehrîr El Şamê bi hawara me ve nehatiye, pêwîstiya xelkê Kuweyayê bi çek û teqmeniyê heye, em bi hêvî ne Heyeta Tehrîr El Şam me ji bîr neke.”

Li gorî gotina parêzgariya Derayê ji ber topbarana Îsraîlê ji gundê Kuweyayê 6 kes hatine kuştin û 24 malbat jî koçber bûne.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku 25ê vê mehê komeke çekdar gule berdane hêzên wan, di heman demê de helîkoptreke wan dronek xistiye.

Piştî ku rejima Esed ketiye û heta niha artêşa Îsraîlê bi dirêjahiya 100 kîlometre û bi kûrahiya du 2 heta 8 kilometreyan derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.

Bi gotina wan ew rê li ber grûpên çekdar digirin da ku negihên sînorên wan.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Îsraîlê 500 êrişên hewayî li ser Sûriyeyê pêk anîne.

SOHRê da zanîn ku artêşa Îsraîlê di navbera 8ê Kanûna Pêşîn û 31ê Kanûna Pêşîn a 2024an de zêdetirî 500 êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîne û îsal heta niha 21 êrişên hatine belgekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst