Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Ceyş El-Îslam ku di heman demê de, fermandarê leşkerî yê Cebheya Îslamî ku mezintirîn koma dijbereya Sûriyê ye, Zehran Elûş di êrişeke balafirên Rûsî li başûrê Şamê hat kuştin.
Çavkaniyên xwecihî li gundewarên Şama Paytexta Sûriyê belav kiriye, ku fermandarê Ceyş El-Îslam ku mezintirîn koma dijbereya Sûriyê li derdora Şamê ye û li dijî hikûmeta Sûriyê şer dike di êrîşeke balafirên Rûsî de li başûrê Şamê hat kuştin.
Rojnamevanê bi navê Mazin Şamî jî ji gundewarên Şamê ji Rûdawê re ragihand ku balafirên Rûsî, roja înê, êrîşî civîneke fermandariya Ceyş El-Îslam kirin û di encamê de fermandarê wê grûpê û herwiha cîgirê wî ku di heman demê de berdevkê Ceyş El-Îslam e, hatin kuştin.
Zehran Elûş ku bi navê Ebû Ebdulla dihat naskirin, sala 1971an li Şamê jidayik bû û master di zanistên Îslamî de xwendiye.
Sala 2010an bi tometa belavkirina fikrê selefî li Sûriyê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû girtin û bi destpêkirina krîza Sûriyê di 2011an de bi mersûmeke efûyê serbest hatibû berdan û piştre dest bi karê çekdarî li dijî hikûmeta Sûriyê kir û grûpa bi navê Lîwaya Îslam damezrand ku piştre ligel çend lîwayên din, Ceyş El-Îslam ava kirin.
Ceyş El-Îslam jî ji 55 lîwa û ketîbeyan pêk tê ku di 29ê Îlona 2013an hat avakirin û armanca wê rakirina Esed ji desthilatê ye û avakirina rêveberiyeke Îslamî ji Sûriyê re.
Di 23ê mijdara 2013an de Ceyş El-Îslam ligel çend grûpên din ên opozîsyona Sûriyê, mezintirîn hêza opozîsyona Sûriyê wî demî, bi navê Cebheya Îslamî ava kiribû ku Zehran Elûş posta fermandariya leşkerî ya wê Cebheyê wergirtibû.
Ceyş El-Îslam operasyonên xwe bêtir li gundewarên Şamê û bi taybet Xûteya Şamê, Hema û Idlibê pêk tîne.
Li gorî çavdêran, girîngtirîn operasyona ku Ceyş El-Îslam pêk aniye, teqîna avahiya hêzên ewlekariya niştîmanî ya Sûriyê bû ku di 18ê Tîrmeha 2012an de pêk hat û di encama wê de wezîrê berevaniya Sûriyê yê wî demî, Dawûd Racihe, û cîgirê wî Asif Şewket, ku zavayê Beşar Esed e, ligel çend fermandarên din ên Sûriyê hatibûn kuştin.



