'Rûsya ji bo ku ji Sûriyê vekişê dê nexşerêyek pêşkêşî Tirkiyê bike'

20-06-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Rûsya Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Rûsya ji bo ku ji Sûriyeyê vekişe dê rojjimêrek pêşkêşî Tirkiyê bike.

Li gor nûçeya rojnameya El Watan a Sûriyê di hevdîtinên Astanayê yên ku îro dest pê kirin û sibe jî wê dewam bikin, Rûsya ji ku ji Sûriyê vekişe dê nexşerêyek pêşkêşî Tirkiyê bike.

Li gorî nûçeya BBCyê ku dispêre rojnameya El Watan çavkaniyên hikûmeta Sûriyê yên ku ji rojnameyê re axivîne dibêjin “Moskow dixwaze Enqere û Şam nêzî hev bibin. Ji ber vê yekê jî wê ji bo vekişîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê rojjimêreke zelal deyne rastê.”

Çavkaniyên ku ji El Watanê re axivîn diyar kirin ku Şam ji diyalogê re vekirî ye û ji bo vê jî divê alî hedefên zelal, çarçove û mekanîzmayeke diyalogê diyar bikin û got “Ger em dixwazin pêşketin çêbibin, divê em dev ji bikaranîna peyvên nezelal ên wek 'têkoşîna li dijî terorê' ku her du alî jî bi awayê xwe şîrove dikin, rawestînin.”

Çavdêrên ji Urdun, Libnan, Iraq û NY jî beşdar dibin

Li aliyê, tê ragihandin ku di vê dawiyê de zêdebûna şerê di navbera artêşa Sûriyê û Heyet Tehrîr El-Şam û artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, dibe ku nêzîkbûna Enqere û Şamê zehmet bike.

Di lûtkeya ku dê li Qazaxistanê bê lidarxistin, tê çaverêkirin ku aliyên beşdar hevdîtinên dualî û sêalî pêk bînin. Li gorî rojnameyê dê çavdêrên Urdun, Lubnan, Iraq û Neteweyên Yekbûyî jî beşdarî civînê bibin.

Tirkiye û rêxistinên çekdar ên ku piştgiriya wê dike, herêmeke berfireh li bakurê Sûriyeyê kontrol dikin. Li Îdlîba ku ji aliyê cîhadîstan û hin komên opozîsyonê ve tê kontrolkirin, gelek xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê jî hene.

Li aliyê din hikûmeta Sûriyê van hemûyan weke “dagirkeriya Tirkiyê” dibîne û destnîşan dike ku ji bo ku muzakere pêş bikevin şertê di “dagirkerî bi dawî bibe” dide pêş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst