Almanya: Lihevkirina bi Kurdan re nîşan dide ku Sûriyeyeke yekgirtî dikare bibe rastî

Duh li 03:15
RÛDAW
Nîşan Annalena Baerbock Almanya Sûriye Kurd Weşanxaneyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê ragihand ku lihevkirina dawî ya navbera birêveberiya Sûriyeyê û Kurdan nîşan dide ku Sûriyeyeke yekgirtî dikare bibe rastî.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji bo vekirina balyozxaneya welatê îro çû Şama paytexta Sûriyeyê.

Balyozxaneya Almanyayê ya Şamê ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hatibû girtin, piştî rûxîna rejîma Beşar Esed cardin tê vekirin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, di serdana xwe ya Şamê de, Baerbockê tekez kir ku "lihevkirina dîrokî ya bi Kurdên li bakurrojhilatê Sûriyeyê re nîşan dide ku Sûriyeyeke yekgirtî dikare bi rastî pêk were.

Nêzîkatiyeke bi heman rengî ji komên din ên nifûsê re hewce ye ku Durzî, Elewî, Xiristiyan û yên din jî karibin hest bikin ku ew beşek ji Sûriyeyek nû ne. "

Baerbockê her wiha anî zimên ku "destwerdana ji derve ya li Sûriyeyê di demên berê de tenê alozî aniye û pêwîst e pêşeroja Sûriyeyê ji aliyê gelê wê ve bi biryara wan a serbixwe bê diyarkirin."

Wezîra Alman Baerbockê bangî hemû aliyan kir ku xwe ragirin û rê li ber lihevhatin û aştiya navxweyî negirin û diyar kir ku "aşitiya li Sûriyeyê niha bi awayekî lezgîn pêwîst e da ku hêvî û çaverêyên xelkê bibin rastî."

Annalena Baerbockê da zanîn ku ji bo hikûmeta demkî a Sûriyeyê ya ku ji aliyê Ehmed Şer ve tê birêvebirin gelek astengî li pêş in û girîngiya dadweriya veguhêz û hesabdayînê ji bo sûcên ku ji aliyê rejîma Esed ve hatine kirin derxist pêş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst