Xelkê Ezazê ji egera derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo navçeyê bi tirs in

19-10-2022
Hisên Omer
Xelkê Ezazê ji egera derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo navçeyê bi tirs in
Xelkê Ezazê ji egera derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo navçeyê bi tirs in
Nîşan Ezaz Desteya Tehrîr el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirsa xelkê Ezazê heye ku çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam derbasî devera wan bibin, daxwaza wan ji Tirkiyê ewe ku rê li ber vê yekê bigire.

Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê ku di bin destê Feyleqa Sêyem de ye, xelkê bajêr ber bi Deriyê Bab el-Selame yê sînorî ligel Tirkiyê çûn û li wir kom bûn. Xelk nerazîbûna xwe li hember egera derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo navçeya wan nîşan didin.

Bêdengiya Tirkiyê li hember pêketina Tehrîr el-Şam û destdanîna wê bo ser herêma Efrînê û nêzîkbûna wê ji bajarê Ezazê tirseke mezin xistiye dilê nişteciyên navçeyê ku hawara xwe digihînin Tirkiyê da rê li pêşketina Desteyê bigire.

Berdevkê El-Cebhe el-Şamiye Sîracedîn el-Umer "Helwesta Tirkiyê heta doh ne zalal bû û me nizanîbû helwesta Tirkiyê çi ye. Ew li dijî derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo navçeyê ne, lê wan tu rêkarên pratîk ne girtine ber. Lê doh, çend civîn ligel artêşa Tirkiyê hatin kirin ku biryrar da, yan jî dilniyayî da ku heta niha tenî dilniyayî ne ku ew ê garantora agirbestê be û rawestandina dijminkariyên Tehrîr el-Şam li navçeyê û vekişîna wê ji navçeyê."

Tevî ku artêşa Tirkiyê tankên xwe li navçeya rûbirîbûnê belav kirine lê heta niha tenkanên Desteya Tehrîr el-Şam li cihê xwe ne. Li ser asta siyasî jî, piştî derbasbûna hefteyekê ji êrîşa Desteya Tehrîr el-Şam Tirkiyê bêdeng e û tu helwesta ji van pêşhateyan nîşan nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst