Kurê Wezîrê Berê yê Berevaniya Sûriyê grûpeke nû ya leşkerî ava kir

19-06-2023
Hisên Omer
Kurê Wezîrê Berê yê Berevaniya Sûriyê grûpeke nû ya leşkerî ava kir
Kurê Wezîrê Berê yê Berevaniya Sûriyê grûpeke nû ya leşkerî ava kir
Nîşan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Wezîrê berê yê Berevaniya Sûriyê Mûnaf Mistefa Tilas encûmeneke leşkerî ya bi navê “Eniya Rizgarkirina Niştimanî ya Sûriyê” ava kir.

Eniya Rizgarkirina Niştimanî ya Sûriyê piştî ragihandina encûmena leşkerî ya Sûrî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ku li Şamê hatiye tomarkirin, fermandarekî Eniya Rizgarkirina Niştimanî ya Sûriyê destpêkirina karê meydanî ragihand.

Eniya Rizgarkirina Niştimanî ya Sûriyê bi fermandariya general Mûnaf Tilas hatiye avakirin.

Mûnaf Mistefa Tilas di sala 1964an de li Resten a ser bi Himsê ve ji dayik bûye û kurê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê yê berê Mistefa Tilas e.

Herwiha Mûnaf Mistefa Tilas fermandarê Lîwaya 104 a Pasevanên Komarî bûye û pir nêzikî Serokê Sûriyê Beşar Esed bû. Tilas di Tîrmeha 2012an ji artêşê cuda bû û çû Tirkiyê û niha li Fransayê ye

Ebû el-Mejid Nasir, Rêveberê Navenda Rastiyê û kesayetiya opozisyonê ji başûrê Sûriyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dirustkirina Encûmena Leşkerî di çarçoveya rikaberiya li ser dosyeya Sûriyê de tê.

Rêveberê Navenda Rastiyê Ebû El-Mejid Nasir got “Piştî dûrketina bi çend salan ji rewşa Sûriyê, niha berêz Mûnaf Tilas tê û dirustkirina Encûmena Leşkerî radigihîne, li jêr navê Tevhera Rêzgarkirinê ya Sûrî. Em dikarin ragihandina vê Encûmenê bixin çarçoveya rikaberî û pêşbirkiya di navbera çend pêvajoyan de di pirsa Sûrî de ku her yek ji van rêrewan hewl dide ku pêşdest be. Wekî pêvajoya Astana-Sotçî ku Tirkiye, Rûsya û Îran endamên wê ne, û pêvajoya Amerîkî ku çend welatên Ewropa, an jî Yekîtiya Ewropayê ligel wê ne û pêvajoya Erebî yan pêvajoya Komkara Dewletên Erebî.”

Ji bilî Artêşa Sûriyê, Encûmena Leşkerî ya Sûriyê dibe pêncemîn pêkhateya serbazî li Sûriyê. Li bakurê Sûriyê Artêşa Niştimanî ya Sûrî, li bakurê rojavayê Sûriyê Desteya Tehrîr el-Şam û li navçeya Tinifê Artêşa Sûriyeya Azad û li bakurê rojhilatê Sûriyê hêzên HSD desthilatdar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst