Kurd, Siryan û Durzî destûra demkî ya Sûriyeyê red dikin

12 demjimêr berê
Bijar Zubêr
Nîşan Ehmed Şer Durzî Kurd Suryan Aşûr Şam MSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurd, Siryan û Durzî bi tundî li hemberî destûra demkî ya Sûriyeyê derdikevin û destûrê red dikin.

Komîteya Amadekar a Destûra Sûriyeyê doh li Şama paytexta Sûriyeyê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û destûr radestî Ehmed Şer kir.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî destûra demkî ya Sûriyeyê îmze kir.

Aliyên Kurdistanî û beşeke din ji pêkhateyên welat dibêjin ku ev daxuyanî bi awayekî rêkxistî mafên wan bin pê dike.

"Takrêwî û zordarî bi cilûbergên nû ve"

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd Sûriyeyê (PDPKS) ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê li ser destûrê daxuyaniyek belav kir.

PDKPKSyê û di daxuyaniyê de got:

"Piştî rûxandina rejîma Esed me hêvî çêbû, me wisa dizanî ku gelê me dê azadiyê bi dest bixe û dawî li serdema çewisandin û tundiyê bê lê bi matmayî û bi xemeke giran me dît ku desthilatdarên nû jî heman siyaseta takrêwî û derxistina li kêlekê bicîh tînin.”

Partiya Kurdistanî tekez dike ku ev daxuyaniya destûrî bi ti awayî nabe sedema bidestxistina xewna Sûriyeyiyan.

Li gorî PDKPSyê ev destûr ne gaveke demokrasiyê ye lê belê pêkhatiye ji xurtkirina bingeha takrêwiyê, dîktatoriyê û çespandina desthilata navendî ku desthilata mutleq dide serokkomariyê her wiha azadiyan û karê siyasî sînordar dike."

"Derxistina sîstematîk a li kêlekê ya kurd û neteweyên din"

Partiya Hêviya Kurdî jî li ser destûrê daxuyaniyek belav kir û got:

"Di demekê de ku divê ev daxuyaniya destûrê çarçoveyek be ji bo qonaxa derbasbûnê, em fikarên xwe yên kûr diyar dikin û bi temamî wê red dikin, ji ber ku kêmnetewî û kêmolî yên Sûriyeyê tê de hatine piştguhkirin, bi taybetî neteweya Kurd."

Partiya Hêviyê amaje bi wê yekê kir ku ev destûr îfadeya rastîn a pirneteweyî û rastiya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve nake û got:

“Destûr hewl dide modeleke takrêwiyê bide sepandin ku tenê nasnameya Erebî nas dike ku ev jî gavek e ku bêtir derxistina li kêlekê kûrtir dike û nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de zêde dike."

Partiya Hêviyê dibêje ku ev daxuyanî derxistineke sîstematîk a li kêlekê ye ji bo mafê hemwelatiyên Sûriyeyî yên ne-Ereb û piştguhkirina mafên rewa yên gelê Kurd e ku beşeke veqetandî nine ji reseseniya Sûriyeyê."

Partiya Yekîtiya Suryanî: Destûra nû berdewamiya ramanên Esed e

Partiya Yekîtiya Suryanî li Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê li dijî destûra demkî derker û ragihand ku daxuyaniya destûrê berdewamiya çespandina derxistina li kêlekê û piştguhkirina pêkhateyên Sûriyê ye.

Partiya Siryanî dibêje qonaxa derbasbûnê divê li ser bingeha beşdariya rastîn a hemû pêkhateyan be û tekez dike ku mafê siyasî, civakî û aborî ji bo hemû kesî bê garantîkirin.

Li gorî Partiya Yekîtiya Suryanî, daxuyaniya destûra nû berdewamiya wan ramanan e ku rejîma ji navçûyî ya Esed bicîh dianî.

"Pêwîstiya me bi pêvajoyeke siyasî ya beşdariya rastîn heye"

Encûmena Neteweyî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku çetreyeke siyasî ya Kurdistanî ye li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihand, destûra nû ya Sûriyeyê ew mat mayî hiştine û bûye sedema bêhêvîbûna wan.

ENKS bi dirêjî amaje bi wê yekê dike ku ev destûr pirnetewetiya li Sûriyeyê piştguh xistiye wek dewleteke pirneteweyî û pirolî û tenê nasnameyeke neteweyî di navê dewletê de bicîh kiriye ku mebest jê mana navê welatê bi Komara Erebî ya Sûriyê ye.

ENKSyê eşkere kir ku Erebî wek zimanê fermî yê welat hatiye destnîşankirin û behsa Kurdî û Suryanî nehatiye kirin.

ENKS eşkere kiriye ku ev destûr gaveke din e ji bo takrêwiyê di desthilatê de û xwest helwestek ji aliyê hemû hêzên neteweyî û demokrat û netewperweran ve hebe ji bo ku çav bi wê destûrê de bê gerandin û pirrengiya siyasî û neteweyî tê de bê cihkirin.

MSD: Em hemû berhemanîna dîktatoriyê red dikin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, destûra demkî bi awayekî bingehîn red dike û dibêje:

"Ew destûra demkî bi awayekî nû, zordariyê berhem tîne û rêxweşker e ji bo desthilata navendî û mutleq; herwiha desthilata bicîhanînê û karê siyasî sînordar dike û avakirina partiyên siyasî radiwestîne, ku ev jî rêrewa guhertina demokratîk asteng dike."

MSDyê di berdewamiyê jî de got:

"Em bi tundî hemû hewla berhemanîna dîktatoriyê ya di bin siya qonaxa derbasbûnê de red dikin û dixwazin ev destûr ji nû ve bê dariştin bi awayekî ku garantiya dabeşkirina dadwerî ya desthilatan û azadiya karê siyasî bike û danpêdanê bi mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê û peyrewkirina sîstema desthilata demokratîk û ne-navendî bike."

Rêveberiya Xweser: "Aqliyeta takrêwî diyar dibe"

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de rexneyên tund li destûra nû digire.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got:

 "Ev daxuyanî bendên kevneşop dihewîne ku wek pîvan û standardên peyrewkirî yên hikûmeta Beesê ye.

Ev gav careke din li dijî rewşa Sûriyeyê û pirpêkhatiya welat e, her wiha lawazkirina rastîn a nasnameya neteweyî û civakî ya Sûriyeyê ye."

Rêveberiya Xweser eşkere kir ku destûra demkî ji nîşan û ruhê Sûriyeyê û pêkhateyên curbicur ên wek Kurd û Ereb û Suryan û Aşûr û pêkhateyên neteweyî yên din ên Sûriyeyê bêpar e.

Şer: Deriyê xêrê ji bo Sûriyeyê

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, roja pênçşemê piştî îmzekirina destûra demkî ya Sûriyeyê tekez kir ku ev destûr destpêka qonaxeke nû ye û got:

 "Hêvîdar in ku ev destûr deriyê xêrê be ji bo gelê Sûriyeyê ji bo avakirinê û pêşketinê, ev bibe dîrokeke nû ji bo Sûriyeyê ku nezan bê guhertin ji bo zanist û şkence biguherînin bi dilovaniyê."

Qonaxa derbasbûnê ya Sûriyeyê ji bo 5 salan dibe û di wê maweya de li şûna destûrê, kar li ser destûra demkî ya roja pênçşemê tê kirin, heya ku hilbijartin li Sûriyeyê tê kirin, parlamentoya nû tê destnîşankirin û destûreke nû ji bo welat tê nivîsandin.

Ev destûra demkî desthilateke zêde dide serokkomariyê û mafê betalkirina parlamentoyê dide serokkomariyê.

"Destûra rastîn ew e ku hemû pêkhate tê de beşdar dibin"

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku destûra rastîn ew e ku hemû pêkhate tê de beşdar bin, li ser lihev dikin.

Hemû aliyên Kurdistanî û Suryanî li ser vê yekê hevbîr in ku destûra nû ya Sûriyeyê divê ji nû ve bê dariştin û li ser bingeha razîbûn û beşdariya rastîn a hemû pêkhateyên Sûriyeyê be.

Durzî: Em serokkomar nas nakin û ev ne destûra me ye

Fermandarê leşkerî yê Durziyan ji Rûdawê ragihand ku ew serokatiya Ahmed Şer û daxuyaniya destûrî nas nakin.

Di bûltena saet 19:00 ya roja pênçşemê ya Rûdawê de ku Dilbixwîn Dara pêşkêş kir, fermandarê leşkerî yê Durziyên Sûriyeyê got:
"Daxwaziya me daxwaziya hemû Sûriyeyiyên serbilind û azadîxwaz e.

 Em daxwaza welatekî sekuler dikin; welatek ku rêzê li mirov bigire, bêyî ku cudahî di navbera tayife û neteweyan de bike."

Dema ku em dibêjin serokkomarî, divê hilbijartina rewa li seranserê komarê bê kirin.

Em serokkomariyê nas nakin. Piştî hilbijartina pak û paqij, em dê serokkomariyê nas bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst