Ji ber cezayên Amerîka û Ewropayê sektora enerjiyê ya Sûriyê li ber herifînê ye

09-07-2023
Loloxan
Ji ber cezayên Amerîka û Ewropayê sektora enerjiyê ya Sûriyê li ber herifînê ye
Ji ber cezayên Amerîka û Ewropayê sektora enerjiyê ya Sûriyê li ber herifînê ye
Nîşan Sûriye Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sektora enerjiyê ya Sûriyê ji sala 2011an ve zerareke zêde gehiştiyê. Ji ber cezayên Amerîka û Ewropayê sektora enerjiyê ya Sûriyê li ber herifînê ye

Niha hikûmeta Sûriyê dibêje, asankariyan bo kompanyayên wî warî dikin daku veberhênanê bikin û sektorê vejînin.

Xwediyê pompanya petrolê Muhenned Cafer dibêje “Bi beşdarbûna me ya li vê derê, dixwazin tekez bikin ku hevbeşê vî welatî û Wezareta Petrolê ne di avakirina welat de; herwiha bi beşdarbûna me ya vê pêşangehê dikarin ezmûn û pisporiya xwe ligel hemû beşdarvanên din parave bikin daku bizanin heta çiqasî dikarin sûdê ji hev bibînin û di avakirina jêrxana petrol û sektora enerjiyê bi giştî de hevahengiyê dikin.”

Berî şerê navxwe yê Sûriyê, berhemê rojane yê petrola Sûriyê 387 hezar bermîl bû û ji wê jî, rojane 140 hezar hinarde dikir. Lê îsal berhemê rojane yê petrola Sûriyê ya jêr desthilata Şamê tenê 15 hezar bermîl bûye ku têra dabînkirina pêdiviya navxwe jî nake. Berhemê rojane yê gazê jî di sala 2010an de, Sûriyê 30 milyon metresêca berhem aniye. Lê di sala 2023an de, berhemê rojane yê gaza Sûriyê ya jêr desthilata Şamê tenê 10 milyon metresêca ye.

Piraniya kêlgehên serekî yên petrol û gaza Sûriyê di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de ne, wek  kêlgeha petrolê ya Umer li parêzgeha Dêrezorê ku mezintirîn kêlgeha petrolê ya Sûriyê ye. Kêlgeha Petrolê ya Resafe li parêzgeha Reqayê, Kêlgeha Petrolê ya Şedadî li parêzgeha Hesekê, herwiha herdû kêlgehên petrolê Siwêdiye û Rimêlan li Hesekê.

Pêşangeha Enerjiyê ya Sûriyê heta 11ê mehê berdewam dibe û 55 kompanyayên navxwe û biyanî têde beşdar in.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanya Gaza Sûriyê Emîn El-Derî got “Beşdarbûna hevbeş û dostên me yên Ereb di vê pêşangehê de, pêngaveke erênî ye, divê em li beramber hemû dost û welatên cîran vekirî bin, bi armanca parastin û pêşxistina jêrxana wê sektorê bi rêya dabînkirina kelûpel û pêdiviyên din.”

Bi gotina Wezîrê Petrolê yê Sûriyê, ji ber cezayên çend salên borî yên Amerîka û welatên Ewropayê bo ser sektora petrol û gaza Sûriyê, nêzîka 100 milyar dolar zerar gehiştiye sektor û jêrxana enerjiya Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst