Li Cerablûs û Babê teqînên hevdem

05-10-2019
RÛDAW
Nîşan El Bab Cerablûs El Rai Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Cerablûs û El Bab ên Sûriyê di encama teqînên hevdem de 16 kes birîndar bûn.

Li nahiyeyên Kabbasîn û El Rai yên ser bi  Babê ve û li navenda Cerablûs ên Sûriyê îro bi awayekî hevdem 3 teqînan rû da.

Li gor zanyariyan li nahiyeya Kabbasîn di encama teqînên ku bi rêya motorsîkletan hatin encamdan de 12 kes birîndar bûn.

Herwiha hevdem li gel wan teqînan, li navenda Cerablûsê jî teqînekê rû da û li gor zanyariyan di wê teqînê de jî 4 kes birîndar bûn.

Herwiha hatiye aşkerekirin ku li nahiyeya El Raiyê jî teqînekê rû daye û di wê teqînê de ti kuştî an birîndar çênebûne.

Navçeyên Cerablûs û El Babê niha di bin kontrola grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de ne.

Heta niha zanyariyek nehatiye belavkirin bê ka ew êriş ji aliyê kê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst