Li Tikrîtê Heşda Şeibî koşkên Sedam Hisên dirûxîne

31-12-2018
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Iraq Tikrît Koşk Sedam Hisên Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heşda Şeibî hemû koşkên Sedam Hisên li parêzgeha Selahedîn kirine baragehên xwe. Heşda Şeibî herwiha beşeke wan koşkan rûxandine, yên din jî ala Heşda Şeibî û îmamên Şîeyan li ser hatine hildan.

 

Li bajarê Tikrîtê ku navenda parêzgeha Selahedînê ye, Koşka Farûq heye, bal kêştirîn koşk e ku ji aliyê serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên ve hatiye avakirin. Bo dema salekê çekdarên Heşa Şeibî di wê koşka Sedam Hisên de bi cih bûn û piştre bi wêranî bicih hiştine û her kelûpeleke bi qîmet jî ku têde bûye, bi xwe re birine.

 

Parêzgarê Selahedînê hewil dide, ku li gel Heşda Şeibî lihev bike daku koşkên Sedam Hisên bibin cihên geştiyariyê, lê Heşda Şeibî tekez li ser nehiştina şopa Sedam Hisên dike.

 

Berpirsekî Heşda Şeibî li Tikrîtê dibêje, kerb û kîna wan li hember Suneyan nîne, lê kîna wan li hember kesên ser bi Sedam Hisên û şopa wî ve heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst