Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê li Bexdayê ye

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Bexda Îraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat gihişt Bexdayê.

Omer Bolat, bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm re civiya.

Biryar e Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat roja çarşemê bê Hewlêrê jî.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat îşev gihişt Bexdayê.

Omer Bolat li Bexdayê bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm re civiya.

Tê çaverêkirin Omer Bolat roja sêşemê li gel Serokkomarê Îraqê Ebulletîf Reşîd û Serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî jî bicive.

Li gorî zanyariyan, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat dê roja çarşemê bê Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar jî roja 24ê Tebaxa hatibû Hewlêrê û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevditîn kiribûn.

Piştî ragirtina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Îraqê çend caran danûstandin li ser hinartina petrolê kirine lê heta niha negihiştine ti rêkeftinekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst