Hewlêr (Rûdaw) - Vîdeoyeke geştyareke Çînî ya bi navê Yan Qu li medyaya civakî belav bûye.
Ew di vîdeoyê de dibêje ku li bajarê dîrokî yê Babîlê yê Îraqê rastî gefa destdirêjiya seksê hatiye.
Rayedarên Îraqê li ser vê mijarê komîteyeke lêkolînê ava kir.
Yan Qu îro beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û ji Nalîn Hesenê re behsa hûrgiliyên bûyerê kir.
Geştyara Çînî diyar kir ku ew Kanûna Pêşîn a 2025an çûye Îraqê.
Bûyer 17ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Babîlê qewimiye.
Li gorî gotina wê ew du caran rastî heman rewşê hatiye.
Bi gotina wê carekê ji aliyê komeke ciwanan ve, cara duyem jî ji aliyê kesekî ku xwe wekî nobedar daye naskirin ve.
Du bûyerên destdirêjiyê
Yan Qu ji Rûdawê da zanîn ku pêşî komek ciwan û zarok li dora wê kom bûne û ew di destpêkê de baş xuya kirine lê paşê rewş guheriye û got:
“Kesekî destê xwe li beşa jêrîn a laşê min da. Hinek ji wan li pey min ketin û kevir avêtin min.”
Yan Qu li ser bûyera duyem jî da zanîn ku kesekî xwe wekî karmendê ewlehiyê daye naskirin û wî ew biriye cihekî tarî û hewl daye destdirêjiyê lê bike lê ew bi lez ji wir reviyaye.
"Min nizanîbû ez baweriya xwe bi kê bînim"
Yan Qu ji ber tirsê û nenasîna ziman wê demê gilî nekiriye.
Wê destnîşan kir ku ew naxwaze gilî bike ji ber ku delîlên wê nînin.
Berdevkê Polîsê Parêzgeha Babilê ji Rûdawê re ragihand ku ti gilî nehatiye tomarkirin.
Serokê Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrê Îraqê jî piştrast kir ku wan komîteyeke lêkolînê ava kiriye.
Geştyara Çînî tekez kir ku ev kiryar nûnertiya hemû gelê Îraqê nake û wê gelek peyamên piştgiriyê ji xelkê Îraqê girtine.


