Fuad Husên: DAIŞê li Sûriyeyê çekên nû bi dest xistine

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên got, "DAIŞ li Sûriyeyê bihêz bûye û çekên nû bi dest xistine."

Wezîrên Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Bexdayê Wezîrên Karên Derve yê Ûmanê Bedir Elbûseîdî qebûl kir.

Piştî hevdîtinê Fuad Husên û Bedir Elbûseîdî civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Fuad Husên diyar kir ku ew ji bo alîkariya gelê Sûriyey ê û danîna bingehên pêvajoyeke siyasî hewl didin û wiha pê de çû:

"Divê ev pêvajo hevkariya herêmî bi awayekî xurt bike ku aramiya Sûriyeyê misoger bike û rêz li serweriya wê bigire. Her wiha divê hemû alî tê de beşdar bin."

Husên amaje bi wê yekê jî kir ku çalakiyên DAIŞê li ser sînorê Sûriye û Îraqê zêde bûne û got:

"Nîgeraniya me li ser geşbûn û berfirehbûna hêza rêxistinên terorîst bi taybetî DAIŞê li ser sînorên Îraqê yê li gel Sûriyeyê û di nava wî welatî de diyar e, ew girûpên terorîst ku mebesta me DAIŞ ye, karîn çekên nû bi dest bixin."

Li aliy din, Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir Elbuseîdî tekez kir ku divê hewldanên dîplomatîk ji bo çareserkirina kêşeyên li herêmê bên zêdekirin.

Elbuseîdî got, "Em bi israr in ku pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê çareser bikin û aramiyê li herêmê pêk bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst