Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Parlamentoya Îraqê yê Fraksiyona YNKyê Asos Elî diyar kir ku eger komên çekdar pêbendî biryara danîna çekan nebin, dibe ku li Îraqê şerê navxweyî derkeve.
Asos Elî her wiha amaje pê dike ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li ser bicihanîna vê pêvajoyê rijd e.
Parlamenterê Parlamentoya Îraqê yê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Asos Elî beşdarî bultena saet 12:00an a Rûdawê bû û pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.
Asos Elî ragihand ku ji aliyê hikûmeta Îraqê, bi taybetî jî ji aliyê Serokwezîr ve ji bo pirsa çekdanîna komên çekdar vîneke xurt heye û got:
"Tiştê ku di hikûmeta Îraqê de bûye biryar û tiştê ku Serokwezîrê Îraqê dixwaze û gelekî tekezî li ser dike, berdewamkirina li ser vê pêvajoyê ye."
Li gorî gotina wî parlamenterî, Elî Zeydî ev pêvajo bi çarenivîsa kabîneya xwe ve girê daye wiha anî zimên:
"Heta eger ev pêvajo bi ser nekeve, dibe ku Serokwezîrê Îraqê îstifa bike. Ev jî nîşanî me dide ku di nav hikûmeta Îraqê de vîneke xurt heye."
"Gihîştina encama dawî zehmet e"
Asos Elî got ku tevî nêzîkbûna dema diyarkirî, gihîştina encama dawî di wê demê de zehmet e û pê de çû:
"Bawer nakim em karibin di wê demê de vê pêvajoyê bi temamî bi dawî bikin.
Dibe ku çend gavên asayî werin avêtin lê belê em bibêjin ku ev mijar bi dawî bûye, gelekî zehmet e."
Metirsiya şerê navxweyî
Yek ji metirsiyên mezin ên ku wî parlamenterî amaje pê kir, îhtimala rûbirûbûna navxweyî ye.
Asos Elî hişyarî da ku eger lihevkirin çênebe, dê Îraq rûbirûyî metirsiyeke mezin bibe û got:
"Yek ji îhtimalên herî xurt, derketina şerê navxweyî ye li Îraqê. Niha metirsî ji wê gelekî zêdetir û mezintir e.
Pêşbînî dikim, eger bi rêyeke giştgir hemû alî li ser vê pirsê neaxivin, dibe ku îhtimala şerê navxweyî ji hemû îhtimalan xurttir be."
Pêşniyarên ji bo çareseriyê
Li ser mijara çareseriyê jî Asos Elî eşkere kir ku guftûgo ji bo dîtina derçeyekê didomin û wiha anî zimên:
"Çend pêşniyar hene. Wekî mînak, radestkirina çekan û tevlîkirina wan a nav hêzên Îraqê yan jî Heşdî Şebiyê yan jî dîtina nasnameyeke cudatir ji bo van hêzan.
Heta kêliya dawî ji bo ku em negihîjin şerê navxweyî hewldanên cidî tên kirin."
Elî eşkere kir ku tevî piştgiriya xurt a ji bo Serokwezîr, biryara destavêtina şer ne hêsan e û got:
"Rast e piştgiriya Zeydî ya xurt heye, piştgiriyeke wî ya mezin heye lê belê di heman demê de ne hêsan e ku dest biavêje vê yekê ku şerekî navxweyî li Îraqê derxe."
Pirsgirêka mûçeyan
Asos Elî qala gavên din ên hikûmeta Îraqê yên ji bo rûbirûbûna gendeliyê û çaksaziya aborî kir û ragihand ku Serokwezîr di planên xwe yên ji bo zêdekirina dahata neneftî û çareserkirina pirsgirêkên darayî de rijd e.
Li gorî zanyariyên Asos Elî, Zeydî ji Wezîrê Darayiyê re gotiye ku heta îlonê, pirsgirêka mûçeyan çareser bike û ew di wê baweriyê de ye ku "Eger pirsgirêk û astengiyên din dernekevin, dê piştî meha îlonê pirsgirêka darayî û dabeşkirina mûçeyan a li Îraqê nemîne."
.webp&w=3840&q=75)

