کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAQ

Parlementerekî Iraqê: 500 hezar Iraqî li Ewropayê li benda mafê penaberiyê ne

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Kerîm Şewqî
Kerîm Şewqî20-06-2023

Nûçeyên Têkildar

Îraq û Sûriyeyê li ser hinartina petrolê li hev kir
ÎRAQ26-07-2026

Îraq û Sûriyeyê li ser hinartina petrolê li hev kir

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê
ÎRAQ24-07-2026

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê

Îraq: Me dest danî ser kargeheke çêkirina dronan
ÎRAQ21-07-2026

Îraq: Me dest danî ser kargeheke çêkirina dronan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Koç û Koçberan li Parlementoya Iraqê Şerîf Silêman ragihand, ku koçberên li Iraqê di rewşeke xirab de ne. Şerîf Silêman herwiha got, 500 hezar welatiyên Iraqê li Ewropayê li benda mafê penaberiyê ne û Yekîtiya Ewroapyê ji Iraqê xwestiye ku ji bo vegerandina wan koçberan dest bi gotûbêjan bikin.

Heta niha hikûmeta federal dest bi cîbicîkirina sozên xwe yên derbarê rewşa penaberan de nekiriye.

Heta niha hikûmeta Iraqê razî nebûye ku bûdceyeke taybet bo kampan û koçberên di nav kampan de bê terxankirin. 

Şerîf Silêman dibêje, budceya Wezareta Koç û Koçberan 354 milyar dînar e û ji bo cîbicîkirina programan, rewşa awarte û dana mûçeyan e.

Wî endamê parlementoya Iraqê diyar kir, wan daxwaz ji Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kiriye ku bi awayekî cidî li ser rewşa koçberan raweste, ji ber ku niha asayîş û aramî li hin navçeyan nîne ku xelk bikaribe vegere.

lê hikûmeta Iraqê çi nekiriye zemîneya vegeriyana awareyan nehatiye dabînkirin. 

Şerîf Silêman dibêje, niha koçkirina bo derve zêde bûye û 500 hezar kes li Ewropayê hene ku dixwazin mafên penaberiyê werbigrin.

Serokê Komîteya Koç û Koçberan li Parlementoya Iraqê destnîşan kir, Yekîtiya Ewropayê û welatên Ewropî ji Iraqê re gotine, ew bi hev re bicivin daku rêyên ji bo vegerandina wan koçberên Iraqî gotûbêj bikin.

Bi gotina Şerîf Silêman, hikûmeta Iraqê ji Yekîtiya Ewropayê re gotiye ku ew amade ne pêşwaziya wan koçberan bikin, lê wan wek Komîteya Koç û Koçberan a Parlementoya Iraqê ew yek red kirine û ji hikûmetê re gotine ku niha rewş ji bo vegera wan koçberan ne guncawe.

Pirsên