Rewşa derûnî ya endamên tîma vekirina gora bikom a Semaweyê têkçûye

17-02-2020
Mistefa Goran
-
-
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Rewşa derûnî ya kesên ku gorên bikom ên Semaweyê vekirine têkçûye û endamekî tîma vekirina gorên bikom ê bi navê Ziya Ebdulemîr dibêje, dîmenên gora bikom a Semaweyê ewqas biêş in ku mirov nikare xwe li ber bigire.

Rûfatên gorên bikom yên ku dawiya sala bihorî li biyabanên Semawe ya Iraqê hatibûne dîtin, li Bexdayê ne. Ew rûfat ên qonaxa Çarê ya Enfalê yan jî komkujiya Kurdan ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve ne.

Rûfatên di wê gora bikom de, yên xelkê Çemçemalê ne û piştî ku li Bexdayê pişkinînê DNA ya wan rûfatan bi dawî bibe, dê bo Herêma Kurdistanê bêne vegerandin.

Li gor zanyariyan, rewşa derûnî ya beşek ji kesên ku gorên bikom ên Semaweyê vekirine û kar li ser derxistina terman kirine, têkçûye

Kesên ku kar li ser derxistina wan rûfatan kirine, ji Rûdawê re dibêjin ku ew nikarin dîmenên zarokan di himbêza deyikên wan de hatinî kuştin ji bîr bikin, û ew dîmen ji pêş çavên wan naçin.

Endamekî tîma Iraqî ya vekirina gorên bikom ê bi navê Ziya Ebdulemîr dibêje, dîmenên gora bikom a Semaweyê gelek biêş in, bi qasekê ku mirov nikare xwe li ber bigire û wan dîmenan ji bîr bike

Ew dibêje, zêdetirî 7 mehan e ku dîmenên vê gorê tim li ber çavên wî ne û nikare ji bîr bike.

Ziya Ebdulemîr ji Rûdawê re ragihand: “Bi aşkere dibêjim û venaşêrim, piştî vegera me ji gorên bikom ên Telo Şêxe yên li Semaweyê, ev yekemîn gor bû ku me dît tawaneke dûr ji mirovahiyê têde hatiye encamdan, ku rejîma Beisê pêk aniye. Tawan ew bû ku yên di gorê de tenê jin û zarok bûn. Piştî em vegeriyan, rewşa derûniya min pir xirab bû, ne tenê ez lê belê hemû endamên tîma me, hemû gotin û fikra me bûbû ev mijar ku çi tawanek hatiye encamdan, çawan karîne wan zarokên biçûk bikujin, ma tawana wan çi bûye?”

Tîma vekirina gorên bikom ser bi Saziya Şehîdan a Iraqê ve ye.

Herwiha hejmarek kesên din jî ku li ser wan goran kar kirine, rastî nexweşiyên çerm û tengenefesiyê bûne, ji ber ku çi giringî bi standardên cîhanî bo wan tîman nehatiye dan.

Li gor standardên cîhanî, divê ew tîmên taybet, piştî vekirina her goreke bikom, jîngeheke guncaw ji wan re were dabînkirin, daku rewşa derûniya wan aram be, lê belê Saziya Şehîdan dibêje, şiyanên wan sînordar in.

Rêveberê tîma vekirina gorên bikom, Zerxam Kamil ji Rûdawê re dibêje: “Ya rast, em hertim daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, bi taybet di warê pizîşkiyê de giringî bi tîmên Fermangeha Gorên Bikom bidin, çimku ew tîm tenê tûşî nexweşiyên derûnî nabin, lê belê tûşî nexweşiyên çerm û tengenefesê jî dibin. Herwiha çendîn caran endamên tîma me rastî bûyerên dûpişkvendanê û marvedanê hatine.”

Li gor amarên Saziya Şehîdan a Iraqê, li biyabanên Semaweyê ku dikeve başûrê Iraqê, nêzîkî 10 gorên bikom hene ku hemû yên dema komkujiya Kurdan e, ku rejîma Beisê navê Enfalê lê kiribû.

Li biyabanên Semaweyê, tenê di gorekê de 171 rûfat hatine derxistin, ku 48 ji wan jin, 4 zilam û 119 rûfatên din jî yên zarokên keç û kur in.

Biryar e di demeke nêzîk de, dest bi vedana gorên din ên bikom ên li Semaweyê bihê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst