Bavekî kurê xwe yê 14 salî bi îşkenceyê kuşt

12-06-2023
Huner Reşîd
Secadê 14 salî yê ku ji aliyê bavê xwe ve bi îşkenceyê hate kuştin
Secadê 14 salî yê ku ji aliyê bavê xwe ve bi îşkenceyê hate kuştin
Nîşan Neynewa Bav Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî nahyeya Bertile ya parêzgeha Neynewayê, Secad ê 14 salî ji aliyê bavê xwe ve bi pencereyê ve hatiye girêdan û bi kabloyê îşkence lê hatiye kirin heta ku canê xwe ji dest daye.

Malbat Kurdên Şebek in û ji gundê Xezne yê nahyeya Bertile ya parêzgeha Neynewayê ne. Li gorî apê Secad, bavê wî ji ber şikandina iPad a xwişka xwe îşkence li wî kiriye.

Apê Secad, Celal Îlyas got, “Nabe ku kesek hişyar be û kurê xwe bikuje, ew niha di rewşeke pir û pir xerab de ye û di girtîgehê de 4-5 caran hewla xwekuştinê daye. Tiştekî wisa bûye ku ji destê wî derketiye û ew niha pir poşman e.”

Celal Îlyas her wiha diyar kir ku bavê Secad piştî li kurê xwe xistiye poşman bûye û ew biriye nexweşxaneyê.

Rêveberê nahyeya Bertileyê Elî Eskender ji Rûdawê re ragihand ku ew bav hatiye desteserkirin û anî ziman, “Muxtarê gund ji min re got bûyerek çêbûye ku bavekî kurê xwe kuştiye. Min pirsa sedemê jê kir lê got ku me zarok biriye nexweşxaneyê. Min peywendî bi efserekî binkeya polîsan re danî, got me mufrezeyek şandiye cihê bûyerê û bav û birayekî wî li nexweşxaneyê li cem zarok bûn, tawanbar desteser kirine.”

Secad kurê mezin ê malbatê bû û sê xwişk û du birayên wî hebûn. Piştî ku cenazeyê wî şandin pizîşkiya edlî derket holê ku ji zikmakiyê ve bi gurçikekî ye û malbata wî piştî mirina wî pê hisiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst