Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Erasatê ya Bexdayê di pevçûnekê de rojnamegerê Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) Leys Mihemed Riza hat kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku karmendê wan Leys Mihemed Riza di encama nîqaşekê de hatiye kuştin.
Ajansê ji rayedarên ewlehiyê xwest ku bilez bûyerê lêkolînê bikin û berpirsyaran radestî dadgehê bikin.
Polîs: Bûyer ne êrişeke terorîstî ye
Birêvebiriya Polîsan a Resafê ya Bexdayê da zanîn ku bûyer ne êrişeke terorîstî ye û Leys Mihemed Riza di encama nîqaşeke li gel kesekî de bi guleyan hatiye kuştin.
Polîs diyar kir ku lêpirsîna li ser bûyerê û ji bo girtina gumanbar berdewam dike lê heta niha kes nehatiye desteserkirin.
INA: Divê berpirsiyar werin darizandin
Ajansa Nûçeyan a Îraqê kuştina karmendê xwe bi tundî şermezar kir û ji rayedaran xwest ku di demeke kurt de bûyer were ronîkirin û sûcdar werin darizandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Şehîd Leys Mihemed, karmendekî dilsoz, fedakar û kesekî ji aliyê hemû kesan ve dihat hezkirin bû.”
#VÎDEO - Rojnamegerê Ajansa Nûçeyan a Îraqê Leys Mihemed Riza li Bexdayê hat kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 12, 2025
🟥 Hêzên ewlehiyê ragihand ku ew bi cîranekî xwe re pev çûye û bi guleyan hatiye kuştin pic.twitter.com/5l9KbZaVVR
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse