Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê Latîf Cemal Reşîd li Bexdayê civiyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê Latîf Cemal Reşîd pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina herî dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê Latîf Cemal Reşîd li Bexdayê civiyan.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de rewşa giştî ya welat, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina herî dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan li ser bingeha destûra Îraqê, tekezî li ser çareserkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û hemû pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê kir.
Nêçîrvan Barzanî û Latîf Cemal Reşîd li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bicihkirina rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletî hevnêrîn bûn.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku têgihîştina Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina li ser mijara mûçeyê dê bandoreke erênî li ser pêşxistina pêwendiyên her du aliyan bike.
Nêçîrvan Barzanî spasiya rol û hewldanên Latîf Reşîd ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Latîf Reşîd di heman demê de bal kişand ser girîngiya piştevanîkirina bicihkirina bernameya Hikûmeta Îraqê.
Serokomarê Îraqê, rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsa mûçe û berdewamiya hewlên wî yên ji bo lihevnêzîkkirina aliyên siyasî û çareseriya pirsgirêkan jî bilind nirxand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse