Li Îraqê 18 milyon rûpel belgeyên DAIŞê hatin dîjîtalkirin

06-06-2024
Nîşan UNITAD Îraq DAIŞ Belge Dîjîtalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ana Peyro Llopisa Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku li Îraqê 18 milyon rûpel belgeyên DAIŞê hatin dijîtalkirin.

Ana Peyro Llopisê da zanîn ku bi serperiştiya NYyê û Tîma Lêkolînê ya Darizandina Sûcdarên DAIŞê (UNITAD) di nava 6 salan de 18 milyon rûpel belgeyên DAIŞê hatin dîjîtalkirin.

Ana Peyro Llopisê li Komîsyona Ewlehiyê ya NYyê li ser xebatên UNITADê agahî dan welatên endamên NYyê.

Ana Peyro Llopisê amaje bi wê yekê kir ku dema UNITADê dê 17ê Îlonê bi dawî bibe.

Li gortî gotina Ana Peyro Liopisê, di çarçoveya xebatên UNITADê de hemû alî kar li ser delîlên sûcên DAIŞê dikin û wan delîlan radestî UNITADê dikin.

Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Neteweyên Yekbûyî di berdewamiya axaftina xwe jî de amaje bi wê yekê kir ku ew dê beriya 17ê Îlonê delîlan teslîmî berpirsên Îraqê bikin.

67 gorên bikom ên DAIŞê hatine vekirin

Ana Peyro Llopisê da zanîn ku bi saya rayedarên Îraqê di 6 salên dawî de 67 gorên bikom ên DAIŞê jî hatin vekirin.

Ana Peyro Llopisê amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha 20 welatan xwestiye ku piştgiriyê bidin UNITADê û karên tîmên wan welatan jî berdewam dikin.

UNITAD li ser kiryarên DAIŞê yên salên 2014-2017an dixebite û pisporên UNITADê lêkolînê li ser sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û komkujiyê yên DAIŞê dikin.

Li gorî gotina Ana Peyro Liopisê, heta niha jî hin berpirsên DAIŞê nehatine darizandin.

Îraqê sala 2017an ji bo darizandina endamên DAIŞê alîkarî ji NYyê xwestibû û li ser erkdarkirina Sekreterê NYyê 31ê Gulana 2017an de UNITAD hatibû avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst