Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye: Dê bi serkirdeyên Îraqê re li ser çi biaxive?

06-04-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêja çend mijarên cuda çû Bexdayê.

Di rojeva wî de mijarên wekî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina krîzên darayî yên wekî budce, mûçe û petrolê hene.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, di serdanê de Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.

Nêçîrvan Barzanî herwiha dê berpirsên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê jî bibîne.

Nêçîrvan Barzanî dê bi serkirde û berpirsên Îraqê re çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din gotûbêj bike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li ser serdanê ji Rûdawê re got:

“Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkan, krîzên darayî yên wekî budce, mûçe û petrolê dê biçe Bexdayê.”

Li gorî zanyariyan, sedemeke din a serdanê jî bibîrxistina mijarên lihevkirina aliyên ku Hikûmeta Îraqê pêk tînin e.

Li ser vê mijarê Şehab got:

“Nêçîrvan Barzanî dê tekezî li ser bicihkirina wan mijarên ku di Çarçoveya Hevahengiyê de li gel aliyan li hev kirine bike ku hikûmeta Bexdayê jî soz daye ku wan bi cih bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst