Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan civiyan

31-07-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mesûd Pizîşkiyan Tehran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bêşdarî merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe doh li ser vexwendineke fermî çûbû Tehranê.

Nêçîrvan Barzanî îro ji bilî çend civînên bi rayedar û berpirsên Îranê re li gel Mesûd Pizîşkan jî civiya.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina bi Mesûd Pizîşkiyan re peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got:

“Kêfxweş im ku min yekem roja wî ya kar bi Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtin pêk anî.

Ez hêvî dikim ku ji bo bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi  Îranê re em bi hev re kar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî

Îran: Em dê teqez bersiveke tund bidin Îsraîl û Amerîkayê

Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku ew dê ji ber çalakiyên wan ên dijî Îranê teqez bersiveke tund bidin hem Îsraîlê û hem jî Amerîkayê