Îran: Malbat daxwaza hilweşandina cezaya darvekirina xwepêşanderan dikin

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Xwepêşandan Darvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan malbatên kuştiyên xwepêşandanên sala borî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxwazê ji çalakvan û rêxistinên mafên mirov dikin, hewl bidin cezayê darvekirinê yê xwepêşanderan bê hilweşandin.

Heştê malbatên kuştiyên sala borî di daxuyaniyekê de dibêjin: “Em hemû dixwazin cezayê darvekirinê bê hilweşandin.” Belavkirina vê daxuyaniyê di demekê de ye, heta niha hikûmeta Îranê 7 kes ji desteserkiriyên xwepêşandanên sala borî darve kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, roja 12ê Gulana 2023an belav kiribû ku jiyana 12 desteserkiriyên siyasî di metirsiyê de ye. Çend hefte ye Komara Îslamî ya Îranê proseya darvekirinê bileztir kiriye û ew yek jî bûye sedema nîgeraniya kesûkarên wan kesên cezayê darvekirinê li ser ewan hatiye ferzkirin.

Her 80 malbat daxwazê ji “mirovên rêzdar, hemû rêxistin û saziyên mafên mirov li hemû cîhanê dikin ku hewl bidin cezayê darvekirinê bê hilweşandin û xweştiviyên wan bên rizgarkirin.”

Li gor hejmara niştecihan, Îran piştî Çînê dûyem welatê cîhanê ye di darvekirina xelkê de. Ew malbat ku hemû niştecihên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne, “darvekirin wek tolhildana ji xelkê nerazî” pênase kirine ku bi slogan “Jin, Jiyan, Azadî” rijiyan ser cadeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst