Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 11 kes hatine darvekirin

24-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê raporek belav kiriye ku ji meha yekem a havînê heta niha 54 welatî û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin û 11 kes hatine darvekirin.

Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li Pawe û Baneyê 8 kolber bi teqeya hêzên Îranê birîndar bûne û kolberek jî hatiye kuştin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê dibêje ku di mehekê de 11 welatiyên Kurd li girtîgehên bajarên Kerec, Kirmaşan, Urmiye, Nexede û Hemedanê hatine darvekirin.

Di raporê de her wiha hate ragihandin 2 welatiyên Kurd ên ku hatibûn girtin, bi îşkenceyê canê xwe ji dest dane.

Li gor raporê di heman mehê de 6 karker li ser kar canê xwe ji dest daye û 2 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve ji ber sedemên namûsê hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst