Li sînorê Wanê erd hejiya

23-10-2023
Nîşan Îran Merend Erdhej Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merendê yê Îranê yê nêzîkî sînorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, erd hejiya.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê îro saet 09:05an rû daye.

Li gorî AFADê mezinahiya erdhejê 4,0 pile bûye.

Navenda erdhejê bajarê Merendê yê Îranê ye û Merend 77 kîlometreyan dûrî navçeya Elbakê ya Wanê ye.

AFADê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst