Wezîrê Îranê bersiv da: Gelo Tirkiyeyê cihê helîkoptera Reîsî tesbît kir?

21-05-2024
Nîşan Helîkoptera Serokkomarê Îranê Dronên Tirkiyeyê Tesbîtkirina Cih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Pêwendî, Teknolojî û Zanyariyan ê Îranê Îsa Zarihpûr got, “Me agahiyên li ser cihê helîkoptera Reîsî dan Tirkiyeyê.”

Îsa Zarihpûr destnîşan kir ku wan bi rêya sinyalên kesên di helîkopterê de cihê helîkopterê tesbît kiriye û wan paşê jî ew agahî dane tîmên navxwe û drona Tirkiyeyê jî.

“Me ji sinyalên wan agahî wergirtin”

Wezîrê Pêwendî, Teknolojî û Zanyariyan ê Îranê Îsa Zarihpûr li ser mijarê wiha axivî:

"Me agahiyên berfireh bi dest xistin. Yek-du telefon heta 7-8ê êvarê vekirîbûn.

Me ji sinyalên wan agahî wergirtin û dawiyê em deqîqtir bûn û me heremeke berfirek wekî qada çarem destnîşan kir.

Me ew agahî dan tîmên rizgarkirinê û herwiha me dan tîmên wê drona ku piştî hevahengiyê û bi destûra Tirkiyeyê hatibû.

Me heman ev zanyarî dan wê jî. Di rastiyê de piraniya cihên ku wê dronê lêgerîn li wan kir heman cih bûn ku me zanyarî dabûnê.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê doh (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst