Li Îranê kana keviran rûxiya: Mirî û winda hene

16-06-2024
Nîşan Îran Kana Keviran Mirî Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Navendî ya Îranê kaneke keviran rûxiya, termên du karkeran hatin dîtin û du karker jî di binê kanê de mane.

Parêzgarê Eyaleta Navendî Ferzad Muxlis Elaîme ragihand ku kaneke keviran a li çiyayekî navçeya Şazendê rûxiyaye.

Ferzad Muxlis Elaîme diyar kir, bûyerê saet 10:00an rû daye û ji ber hezazê çiya bi ser kanê de hatiye xwarê.

Ferzad Muxlis Elaîme da zanîn ku gelek tîm tevî xev li xebatên lêgerînê dibin lê ji ber ku gelek ax herifiye xebat bi giranî berdewam dikin.

Parêzgarê eyaletê diyar kir, doh li wê qadê hinek cih hatine teqandin û dibe ku bûyerê ji ber wan teqînan rû dabe.

Li gorî agahiyên ku Ferzad Muxlis Elaîme dane, 4 ajokarên kamyonan di din kana hilşiyayî de mane.

Li gorî nûçeya IRNAyê, heta niha termên du karkeran hatine dîtin û ji bo dîtina her du karkerên din jî xebat berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst