Îranê red kir kesek ji ber kuştina Îsmaîl Heniye hatibe girtin

06-08-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsmaîl Heniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Erka Darazê ya Îranê Asgar Cîhangîr ragihand ku ji ber kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye heta niha jî kes nehatiye desteserkirin.

Li gorî têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Erka Darazê ya Îranê Asgar Cîhangîr li Tehranê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê pêvajoya darazê ya kuştina Îsmaîl Heniye daxuyanî da.

Cîhangîr wiha got, "Di hin rojname û sîteyên medyaya civakî de gotegot hene ku hinek kes hatine desteserkirin.

Lê belê derbarê vê dozê kes girtî nîne."

Rayedarê Îranî diyar kir, piştî bûyerê bi telîmata Serokê Daraza Hêzên Çekdar dozgeriya leşkerî lêpirsîn da destpêkirin û pêvajoya berhevkirina delîlan dewam dike.

Bi gotina Asgar Cîhangîr piştî bidawîkirina tedqîqan daxuyanî dê were dayîn.

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha ev angaşt qebûl nekirine.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst