Îran - Di 3 mehan de 230 kes hatin îdamkirin

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanl di sê mehan de 230 kes hatine îdamkirin.

Rêxistinê da zanîn ku tenê meha borî 59 kes hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê amarên bidarvekirinê (Îdam) yên îsal ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kirin.

Li gorî rêxistinê, di sê mehên ewil ên îsal de 230 kes bi hincetên curbicur hatine darvekirin ku 222 kes ji wan mêr in û 8 ji wan jî jin in.

Her wiha rêxistinê diyar kir ku tenê meha borî 59 kes hatine darvekirin û yek jê Kurd bûye, 7 ji wan Belûç, 3ê Efxan bûne. 54 kes ji wan mêr û 5 jî jin bûn.

Rêxistin dibêje, bi sûcê pêwendîdar bi madeyên hişber û kuştina bi qest hatine darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku rêjeya bidarvekirinê li gorî heman dema par 2 qatan zêde bûye ku par di sê mehên ewil de 110 kes hatibûn bidarvekirin.

Di 58emîn rûniştina Encumena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, ku di çend hefteyên borî de hat lidarxistin, nûnerên piraniya welatan derbarê zêdebûna hejmara darvekirinan hişyarî dabû Îranê.

Raportora Netewên Yekgirtî ya ji bo rewşa mafên mirovan  li Îranê Mai Sato got dibe ku heta dawiya sala 2025an zêdetirî hezar kesan li Îranê bên darvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst