Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî danûstandinên rasterast ên welatê xwe yên bi Amerîkayê re red dike ku Donald Trump gotibp çêtir e her du alî danûstandinên rasterast bikin.
Meha borî Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Îranê xwestibû ku li ser bernameya xwe ya atomî bi Washingtonê re danûstandinan bike.
Her wiha Trump hişyarî dabû Îranê û gotibû eger dîplomasî bi ser nekeve, ew amade ye serî li hêza hêza leşkerî bide.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 3yê Nîsanê diyar kiribû ku "danûstandinên rasterast" ên bi Îranê re ji bo wî çêtir in.
Donald Trump gotibû ku têgihiştina ji aliyê beramber di rêya danûstandinên rasterast de hêsantir e ji danûstandinên ku di rêya navbeynkariyê de tên kirin.
Îro Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, li ser vê mijarê axivî û got:
"Danûstandinên rasterast bi aliyekî re ku berdewam gefa bikaranîna hêzê dixe û em guh li helwestên dijberî hev ji aliyê berpirsên wî ve dibin, bê wate ye."
Eraqçî amaje pê kir ku ew wekî Tehranê pabendî dîplomasiyê ne û "amade ne ku rêya danûstandinên nerasterast bigirin ber."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Eraqçî got jî, welatê wî amadeye her rêyeke din bigire û got:
"Îran ji bo her rûdanekê û hemû rûdanan heye. Çawa ku di danûstandin û dîplomasiyê de cidî ye, di parastina berjewendiyên xwe yên niştimanî û parastina serweriya xwe de jî bi biryar e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse