Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Îranê General Huseyîn Selamî ragihand ku ew ji şer natirsin û ji bo her cure şer amade ne û li hemberî dijmin gavekê jî paşde navêjin.
Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê General Huseyîn Selamî di civînekê de li gel fermandarên artêşê û berpirsên leşkerî yên wî welatî axivî.
Huseyîn Selamî got, “Par, saleke zehmet bû ji bo Îran û Spaya Pasdaran. Saleke bi tejî zehmetî û dijwar bû.”
Selamî bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û got, “Dijmin hewl dide rûmet û nasnameya gelên Îslamî tune bike lê Xezeyê tevî dorpêç û bombebaranê jî bi biryardariyeke bêhempa nimûneyeke bêhempa nîşan da ku gelê wê bi îmaneke xurt û wêrekiya kêmtêdîtin bi mirinê re rûbirû dimîne."
"Em ji şer natirsin"
Selamî diyar kir ku “eniyên berxwedanê yên li Yemen, Libnan û Êraqê jî bi heman biryardariyê şer dikin” û diyar kir ku di şerên bi vî rengî de zext û zererdîtina aliyên berxwedanê tiştekî xwezayî ye lê biryardarî tekane rê ye.
Selamî her wiha diyar kir ku “Îsraîlê bi temamî pişta xwe bi piştgiriya Amerîkayê ve girêdaye, di nav tengezariyê û bêhêvîtiyê de dijî” û got:
"Heger alîkariya Amerîkayê ji bo Îsraîlê rojekê were birîn, ew dê mîna pelên payîzê biherifin."
Heger em lawaz bin, çima dijmin li Libnanê sekinî û li Xezeyê agirbest qebûl kir?
Kapasîteyên Îranê gihîştin qada dijmin û wiha kir ku maseya şer bê danîn.
Ji bo têkbirina rejîma Siyonîst amûr, nivîsbarî û hardwareyên me hene. Em ji şer natirsin, berevajî em her kêlî amadeyî şer in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse