Şêwirmendê Xamineyî: Diviya Beşar Esed bi Kurdan re pêwendî daniya

03-01-2025
RÛDAW
Nîşan Elî Larîcanî Kurd Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku “Diviya Hikûmeta berê ya Sûriyeyê bi Kurdan re pêwendî daniya.”

Elî Larîcaniyê Şêwirmendê Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand:

“Beriya 7-8 salan behsa vê yekê hatibû kirin ku Hikûmeta Sûriyeyê bi wan dostên Kurd ên li Sûriyeyê re baştir û hûrtir be û tund nebe.

Min 2-3 caran ji rayedarên Sûriyeyê re got ku rê bidin neteweyan.”

Elî Larîcaniyê Şêwirmendê Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî got, “Hikûmeta berê xwedî ramaneke cuda bû, me nikaribû destwerdanê bikin.”

Têkildarî pêwendiyên bi rayedarên nû yên Sûriyeyê re Elî Larîcanî anî ziman:

“Pêwendiyên me yên bi rayedarên Sûriyeyê re girêdayî reftara wan e.

Eger reftara rayedarên Sûriyeyê aqilane be, pirsgirêka me bi wan re nîne.”

Şêwirmendê Xamineyî amaje bi vê “yekparçeyiya Sûriyeyê” jî kir û da zanîn:

“Eger rayedarên Sûriyeyê bibêjin em dê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê bikin, mafên herkesî bidin û pêkhateyekî demokratîk ava bikin, em jî piştgiriya wan bikin.”

Roja 08ê Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar ên Sûriyeyê bi serkirdayetiya Heyeta Tehrîr El Şamê Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li rejîma Beşar Esed anî.

Bi vî awayî Îranê hevpeymanekî yê girîng li herêmê ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst