Xezeyî vedigerin malên xwe: 'Wekî ku erdhejeke mezin çêbûbe'

25-11-2023
Mihemed Salim
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Xeze Agirbest
A+ A-

Xeze (Rûdaw) - Piştî şer û pevçûnên 48 rojan a di navbera Hemasê û Îsraîlê yê Xezeyê de agirbesta demkî hat ragihandin.

Hinek Xezeyî ji başûrê vegeriyan malên xwe. Hecî Mihemed Necar yek ji wan penaberan e ku vegeriyaye mala xwe ya bombekirî ya li bajarokê Xuzayê yê rojhilatê Xan Yûnisê.

Hecî Mihemed Necar anî ziman:

“Spas ji Xwedayê mezin re, em vegeriyane warê xwe lê tiştek, tevî av û elektrîkê jî nemaye, ev armanca Benjamin Netanyahu bû.

Wêrankirina malên Filistîniyan û armancgirtina torên av û elektrîkê. Tiştek li Xuzayê nemaye, hemû wêranî ye.”

Agirbesta 4 rojî bi çavdêriya Qeter, Misir û Amerîkayê bi rê ve diçe.

Aliyên şer dê di nava 4 rojan de şer rawestînin û alîkariyên mirovî dê bigihin Xezeyê.

“Wekî ku erdhejeke mezin li navçeyê çêbûbe”

Welatiyekî bi navê Mihemed Qedîh jî li ser rewşa xwe got:

“Ev wêranî û malwêraniya ku li vir tê dîtin wekî wê ye ku erdhejeke mezin li navçeyê çêbûbe.

Spas ji Xwedê re biryar azadkirina dîlan hat dayîn, wêrankirina xaniyan ne girîng e, ya girîng ew e ku dîlên me bi silametî vegerin.”

Herwiha Mihemed Ebû Rîde jî anî ziman:

“Ez dilxweş im ku vedigerime mala xwe, ez dê baş bêhna xwe bidim, ev mala ku 48 roj in ez jê dûr ketime, em belengaz û derbider û tî û birçî bûn.”

Li gorî peymana agirbestê, dê di berdêla 150 girtiyên Filistînî de 50 dîlên Îsraîlî werin berdan lê di peymanê de nehatiye diyarkirin ku penaber dikarin vegerin malên xwe.

Filistîniyên li Xezeyê ji bo parastina xwe û zarokên xwe ji bextreşiya şer, bi hêviya dirêjkirina agirbestê û rawestandina berdewamî ya şer in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst