Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Îsraîl şermezar kir

25-03-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, êrişên berdewam ên Îsraîlê yên li nav axa Sûriyeyê "bi tundî" şermezar kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku Îsraîlê li gundê Koyayê yê li rojavayê Deraa êriş li deverên rûniştinê û erdên çandiniyê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrişan de 6 sivîl canê xwe ji dest da û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Hat ragihandin ku ev êriş beşek ji êrişên li parêzgehên Quneytrayê û Derayê ye û hat destnîşankirin ku Îsraîl serweriya Sûriyeyê bin û qaîdeyên hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

Wezaretê êriş bi tundî şermezar kir û bangî civaka navneteweyî kir ku kiryarên Îsraîlê lêkolîn bike.

Çi qewimîbû?

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku balafirên wan ên şer li parêzgeha Himsê baregehên leşkerî yên hewayî yên Tedmur û T4 dane ber êrişan.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, bi pêşveçûna artêşa Îsraîlê û dagirkirina erdên nû li gundê Koyayê bû sedem ku niştecihên gund ji cihên xwe bên koçberkirin.

Balafirên şer ên Îsraîlî, 22ê Adarê jî êrişên hewayî li ser bingeh hewayî ya leşkerî ya T4 û deverên leşkerî yên ji rejîma rûxiyayî li navçeya Tedmurê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst