Hewlêr (Rûdaw) - Dema peymana 25 salî ya kirîn û firotina gaza xwezayî ya navbera Tirkiye û Îranê roja pêncşemê bi dawî dibe.
Ew peyman sala 2001ê hatibû îmzekirin.
Li gorî peymanê Tirkiye salane bi rêya boriyan nêzîkî 9-10 milyar metre sêca gaza xwezayî ji Îranê hawirde dike.
Berpirsên ku dema îmzekirina peymanê li BOTAŞê di postên bilind de dixebitîn qala pêvajoyê kir û wan got:
“Em dê sibeha 30yê Tîrmehê saet 08:30î li herikîna gazê binêrin. Eger herikîna gazê rawestiyabe, ev tê wê wateyê ku peyman bi dawî bûye. Lê eger gaz hîn jî bê, ev tê wê wateyê ku dema peymanê hatiye dirêjkirin."
Gaza ji Rûsya û Îranê
Tirkiye gaza xwezayî hem di pîşesaziyê de hem jî ji bo germkirina bajaran gelekî bi kar tîne.
Bikaranîna salane ya gaza xwezayî ya li Tirkiyeyê dibe 55-60 milyar metre sêca.
Tirkiye di warê enerjiyê de girêdayî derve ye û beşeke zêde ya pêdiviya xwe bi rêya hawirdekirinê dabîn dike.
Ev hawirdekirin di nav xetên boriyan re ji Rûsya û Îranê yan jî wekî LNGyê pêk tê.
Li gorî rapora sala 2025an a Saziya Rêkûpêkkirina Bazara Enerjiyê, Tirkiyeyê par 58,4 milyar metre sêca gaza xwezayî hawirde kiriye.
Ev rêje li gorî sala 2024an ji sedî 11,73 zêde bûye.
Îran di rêza çaremîn de ye
Par herî zêde gaz ji Rûsyayê hatiye kirîn ku ev yek ji sedî 36,27ê tevahiya hawirdeyê pêk tîne.
Îran jî bi 7,7 milyar metre sêcayan û bi rêjeya ji sedî 13,2yan di rêza çaremîn de cih digire.
Her wiha Azerbeycan bû welatê duyemîn û Amerîka jî bû welatê sêyemîn ku Tirkiyeyê herî zêde gaz ji wan kiriye.
Par her wiha 17 milyar metre sêca LNG (gaza şile ya demdirêj û spot) hatiye hawirdekirin.
Ev yek jî ji sedî 29,30ê tevahiya gazê ye.
Çavkaniyên ku dema îmzekirina peymanê li BOTAŞê di postên bilind de dixebitîn ji Ajansa Nûçeyan a ANKAyê re axivîn.
Wan diyar kir ku di peymana gazê de hinek xalên krîtîk hene û got:
"Eger Tirkiye û Îran beriya bidawîbûna peymanê bi awayekî fermî nebêjin ‘em vê peymanê dirêj nakin’, peyman bixweber 5 salên din tê dirêjkirin. Lê em nizanin ka aliyan sala 2020an pêvajoyeke bi vî rengî daye destpêkirin an na."
Wan çavkaniyan da zanîn, eger her du welatan gaveke wisa neavêtibe dê peyman biqede.
Çavkaniyan her wiha destnîşan kir, her çi qasî Îran carinan zivistanan ji bo demeke kurt gaza xwe qut bike jî dîsa jî ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e.



