کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Welatiyên Xezeyê /Wêne: Reuters

Welatiyên Xezeyê /Wêne: Reuters

Rojhilata Navîn

Heyeta Hemasê li Qahîreyê ye: Mijar agirbest e

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW23-11-2025

Nûçeyên Têkildar

Îran û Amerîkayê êrişî baregehên hev kir: Aloziya li Kendavê didome
Rojhilata Navîn06-06-2026

Îran û Amerîkayê êrişî baregehên hev kir: Aloziya li Kendavê didome

Îsraîl û Libnanê li ser agirbesteke mercdar li hev kir
Rojhilata Navîn04-06-2026

Îsraîl û Libnanê li ser agirbesteke mercdar li hev kir

Sererkanê Îsraîlê: Em amade ne careke din li dijî Îranê şer bikin
Rojhilata Navîn03-06-2026

Sererkanê Îsraîlê: Em amade ne careke din li dijî Îranê şer bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku şandeyeke bilind a tevgerê îro bi Serokê Îstixbarata Misirê re qonaxa duyem a rêkeftina agirbesta Xezeyê gotûbêj kiriye.

Şandeya bi serokatiya Serokê Şandeya Dan û standinan a Hemasê Xelîl Heye, roja şemiyê gihişt paytexta Misirê da ku bi Serokê Îstixbarata Misirê Hesen Reşîd re bicive.

Hemasê pabendbûna xwe ya bi bicîkirina qonaxa yekem a rêkeftinê ducare kir û tekezî li ser girîngiya "bidawîanîna binpêkirinên Îsraîlê" kir.

Hemasê her wiha got, li Qahîreyê li ser "xwezaya qonaxa duyem a rêkeftinê" jî gotûbêj hatine kirin, bêyî ku hûrgiliyan bide.

Qonaxa duyem a plana agirbesta Xezeyê çekdanîna Hemasê, avakirina desthilateke veguhêz û bicihkirina hêzeke navneteweyî ya seqamgîriyê li xwe digire.

Hemas li gorî plana Trump ji her rola di hikûmraniya paşerojê ya herêmê de hatiye dûrxistin, red dike ku çekan deyne.

Di çend rojên borî de, Îsraîl û Hemasê hevdû bi binpêkirina agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye tohmetbar kir.

"200 çekdar di tunelan de asê mane"

Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku roja şemiyê di gelek êrişên asmanî yên Îsraîlê de 21 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, "terorîstekî çekdar" xeta zer a li Xezeyê derbas kiriye û gule li leşkerên Îsraîlê reşandine.

Di bersivê de, artêşa Îsraîlê "dest bi êrişkirina ser armancên terorîst ên li Xezeyê kiriye."

Hemasê roja yekşemê ragihand ku li Misirê behsa çarenivîsa wan çekdaran kiriye ku li herêma Refahê ya başûrê Xezeyê pêwendî bi wan re qut bûye.

Li gorî çavkaniyên nefermî, tê texmînkirin ku nêzîkî 200 çekdarên Hemasê di tunelên binê wê beşa Xezeyê de asê mabibin ku artêşa Îsraîlê li gorî qonaxa yekem a rêkeftinê lê bi cih bûye.

Pirsên