Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îsraîlê ji bo pêkanîna pêşniyara Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgirê tundrew Itamar Ben-Gvir guhertineke qanûnî kir.
Ben-Gvir pêşniyar kiribû ku li derdora girtîgehên ku girtiyên Filîstînî tê de ne xendeqên bi tîmsehan werin kolandin.
Li gorî nûçeya televîzyona Kanal 7 a Îsraîlê, Wezîra Parastina Jîngehê Idit Silmanê biryarnameyek îmze kir.
Bi vê biryarnameyê statuya tîmsehan ji "ajelên kovî yên di bin parastinê de" wekî "ajelên kovî yên tên birêvebirin" hat guhertin.
Bi vê guhertinê re li pêşiya hinek saziyên giştî, bi taybetî jî Xizmetguzariyên Girtîgehan ên Îsraîlê (IPS) hat vekirin ku di bin hinek mercên diyarkirî de li navendên xwe tîmsehan xwedî bikin.
Berê tenê destûr dihat dayîn ku tîmseh li baxçeyên ajelan ên bibelge werin xwedîkirin.
Hat diyarkirin ku bi guhertina statuya tîmsehan re, astengiya qanûnî ya herî girîng a li ber projeyê hatiye rakirin.
Projeya girtîgeha bi tîmsehan
Televîzyona Kanal 13 a Îsraîlê jî ragihand ku armanca vê guhertina qanûnî derbaskirina îtîrazên Saziya Xweza û Parkan a Îsraîlê ye.
Vê saziyê berê îtîrazî projeya ku di medyaya Îsraîlê de wekî "Girtîgeha bi Tîmsehan" tê naskirin kiribû.
Ben-Gvir nêzîkî şeş mehan berê pêşniyarek kiribû.
Wî ji bo rêlibergirtina reva girtiyên Filîstînî xwestibû ku girtîgeheke ewlehiya wê gelekî bilind were avakirin û derdora wê bi xendeqên avê yên bi tîmsehan werin dorpêçkirin.
Hesabên lêçûnan jî hatin kirin
Li gorî zanyariyên ku di medyaya Îsraîlê de cih girtine, rayedar dinirxînin ku xendeqên bi tîmsehan dê ewlehiya girtîgehê zêde bikin û lêçûnên karmendan kêm bikin.
Di analîzên darayî yên li ser projeyê de hat diyarkirin ku dibe mesrefa tîmseheke ciwan bi qasî 8 hezar dolaran be.
Her wiha hat gotin ku dibe mesrefa tîmseheke gihiştî jî bibe 20 hezar dolar.
Di girtîgehên Îsraîlê de niha nêzîkî 9 hezar û 500 girtiyên Filîstînî hene ku jin û zarok jî di nav wan de ne.



