NY hejmara qurbaniyên krîza Sûriyê aşkere kirin

22-08-2014
Cotyar Murad
Nîşan Sûriyê NY Krîza Sûriyê. Şoreşa Sûriyê
A+ A-

 

Rûdaw (Hewlêr)- Komisyona Bilind a Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihand ku, hejmara kesên di encama krîza Sûriyê de hatine kuştin, 191 hezar derbas kir.

Di 15ê adara sala 2011an de, ji bajarê Deraayê xwepêşandan dest pê kirin bo daxwaza encamdana çaksaziyan di desthilatê de, piştire li seranserê Sûriyê ew xwepêşandan belav bûn û şoreşek hat dest pê kirin di bin sologana “hilweşana rejîmê” de.

Di destpêkê de şoreş bi awayekî aştiyane dest pê kir, lê piştî nêzîk 6 mehan şoreş derbasî qonaxek din bû, êdî şoreşek çekdarî hevdemê xwepêşndanên li ser cade û qadan vêket.

Piştî bikar anîna çekan ji aliyê grûpên dijbereya Sûriyê ve, hêzên hikûmetê bikar anîna hêz û çekan li hember xwepêşanderan zêdetir kirin, ku di encam de ziyanên yekcar mezin ên darayî pêk hatin ji bilî ziyanên mirovî ji kuştin, revandin û windabûna mirovan, derbiderî û koçberiyê, heta niha jî ew krîz li Sûriyê berdewame.

Di 30 hezîrana sala 2012an de aliyên navdewletî bi serpiriştiya Neteweyên Yekbûyî kongreya Cenêv-1 lidar xistin bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê, lê xalên ku di kongreyê de li ser hatin lihev kirin, nehatin cîbicîkirin, ne ji aliyê rejîmê ve û ne jî ji aliyê grûpên dijbereya Sûriyê ya çekdar.

Di 22 çileya sala 2014an de carek din aliyên anvdewletî bi serpiriştiya NY û bi amadebûna şandeke hikûmeta Sûriyê û şandeke dijberya wî welatî, kongreyê Cenêv-2 dest pê kir, ku tê de bo cara yekem danûtandinên rasterast di navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de dest pê kirin, lê piştî 2 geran ji danûstandinan ew bi ser neketin.

Derbarê kesên ku di van her 4 salên krîza Sûriyê de hatin kuştin, duh, 21ê tebaxê, ji aliyê Komisyona Bilind a Mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî hatin aşkere kirin.

Komisyara Bilind a Mafên Mirovan di NY de, Navi Pillay ragihand ku hejmara kuştiyên krîza Sûriyê heta niha herî kêm gihiştiye, 191 hezar û 369 kes, lê çavkaniyîn dijberya Sûriyê diyar dikin ku ew hejmar ser 250 hezar kuştî re ye.

Navi Pillay da zanîn ku ev amara wan li gor belgehên 4 aliyên Sûrî tevî hikûmeta wî welatî hatiye amade kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst