Kampa Rukbanê- Rewşa penaberan gelekî xirab e

8 demjimêr berê
HUSÊN OMAR
Nexwşxaneya kampê \ Wêne: Rûdaw
Nexwşxaneya kampê \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Sûriyeyê Sûriye Urdin Îraq Kampa Rukbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Niştecihên Kampa Rukbanê di halekî gelekî xirab da ne û bi taybetî li kampê ti xizmeteke tenduristiyê nîne.

Zarokên Kampa Rukbanê ne li başûrê rojhilatê Sûriyê, tevî tîmeke bijîşkî. Ev bi nav nexweşxane ye, lê ti xizmetguzariyên tendirustî tê de peyda nabin.

Tîmeke Rêxistina Sûrî ya Hawarçûna Bilez serdana kampê kiriye û alîkariyên bijîşkî pêşkêşî niştecihan kirine.

Pizîşkên ku beşdarî vê kampanyayê bûne ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn.

“Rewş xirab e”

Bijîşkê neştergeriya rû û rguşkan Dr. Temîm Cibên li ser rewşa kampê wiha got:

“Em di çarçoveya kampanyayeke bijîşkî bi hevahengiya bi tîma bijîşkên hawarçûna bilez a Sûriyeyê û rêxistina Global Justice hatine da ku em alîkariya bijîşkî bidin xelkê Rukbanê.

 Nêzîka heşt hezar kesan ji hemû piştîvaniya bijîşkî bêpar in. Di warê tendirustiya diranan de, rewş pir xirab e ji aliyê derman, pêwîstî û amûran ve.

Em hêviyê ji hemû aliyan dikin ku alîkariyê pêşkêş bikin.”

Doktor Ramî Kilzî jî pisporê neştergeriya damaran e û ji Rûdawê re got nişteciyên kampê ji her pêwîstiyeke bijîşkî bêpar in.

“Pêwîstiya herêmê bi pisporên tenduristiyê heye”

Bijîşkê neştergeriya damaran Dr. Ramî Kilzî  jî wiha got:

“Ez niha li Kampa Rukbanê me û min xwest ezmûna xwe ligel hevkar û dostên xwe û civaka navneteweyî jî parve bikim.

Ev herêm bi rastî ewle ye lê herêmeke hejar e di hemû xizmetguzariyan de, pêwîstiya wê bi hemû pisporiyan heye, çi di warê bijîşkî yan jî di warên din de be.

Di nava van çend rojan de ku ez li vir bûm, min bi sedan rewş dîtin û bi dehan ji wan pêwîstiya wan bi neştergeriyan heye.”

Kampa Rukbanê li navçeya Tenif li ser sînorê Urdun-Îraq û Sûriyê ye. Kamp sala 2015ê hatiye damezirandin.

Koçberên Kampê ji parêzgehên Himis, Dêrezor, Heleb û Hemayê ne.

Hejmara koçberên ku li vê navçeyê civiya bûn di destpêkê de derdora 110 hezar kesan bûn. Ji wê hejmara zêde, niha tenê derdora 8000 kes li nav kampê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst