Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog, erka avakirina hikûmetê da Gadi Eisenkotê ku hevrikê herî bihêz ê Serokwezîr Benjamin Netanyahu ye.
Piştî hilbijartinên 27ê Çiriya Pêşîn ên li Îsraîlê, pêvajoya avakirina hikûmetê gihîşt qonaxeke krîtîk.
Serokkomar Isaac Herzog diyar kir ku ji 120 parlamenteran 67 kesan piştgirî da Gadi Eisenkot.
Her wiha 46 parlamenteran jî piştgirî da Serokwezîrê niha Benjamin Netanyahu.
Herzog sibê erkê avakirina hikûmetê dide Eisenkot.
Ji bo hikûmetê 61 kursî pêwîst in
Di hilbijartinan de ti blokekê nekarî 61 kursiyên ku ji bo avakirina hikûmetê pêwîst in bi dest bixe.
Bloka rastgir a Netanyahu 53 kursî, partiyên ku piştgiriya Eisenkot dikin 48 kursî û partiyên Ereban 19 kursî standin.
Sedema ku Eisenkot gihiştiye 67 piştgiriyan ew e ku partiyên Ereban jî piştgirî da wî.
Lê Eisenkot naxwaze partiyên Ereban di hikûmeta wî de cih bigirin.
Dibe ku hilbijartinên nû werin kirin
Serokkomar ji bo avakirina koalîsyonê 28 rojan dide wî kesî.
Ev dem bi biryara serokkomar dikare 14 rojan jî were dirêjkirin.
Eger namzedê yekem nekaribe hikûmetê ava bike, dibe ku erkê avakirina hikûmetê bidin parlamenterekî din.
Eger di vê pêvajoyê de jî hikûmet neyê avakirin, dê parlamento were fesixkirin û di nav 90 rojan de hilbijartinên nû werin kirin.
Heta ku hikûmeta nû were avakirin dê Benjamin Netanyahu wekî serokwezîrê demkî li ser karê xwe bimîne.


.webp&w=3840&q=75)
