RÛDAW TAYBET - Xezeyî ji ber nebûna gaz û elektrîkê bi kaxez û qirşikan xwarinê dipêjin

19-11-2023
Mihemed Salim
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Xeze
A+ A-

Xeze (Rûdaw) - Li Xezeyê xelk ji ber nebûna gaz û elektrîkê bi kaxez û qirşikan xwarinê dipêje.

Tekane santrala elektrîkê ya li Xezeyê ji ber nebûna sotemeniyê ji kar ket û elektrîka herêma ku nifûsa wê zêdetirî 2 milyon e bi temamî qut bû.

Li bajêr elektrîk, ava vexwarinê û gaz tunin, sivîlên ku ji bakur koç dikin li başûrê Xezeyê asê mane.

Jina bi navê Hefse Ebûhemam bi malbata xwe re neçar ma ji bakurê Xezeyê koçî başûrê Xezeyê bike.

Hefse Ebûhemamê diyar kir ku divê ew her roj bi kaxiz û qirşikên ku ji kolanan berhev dikin xwarinê çêbikin.

“Ev perîşaniya me ya rojane ye”

Ji Filistînî Hefse Ebûhemamê ji Rûdawê re axivî û got, “Ev perîşaniya me ya rojane ye.

Ji ber bombebarana Îsraîlê me her tiştê xwe winda kir.

Dîsa jî em bi şens in, ji ber ku me li Xan Yûnisê cihek dît ku em tê de bijîn.

Ji ber nebûna elektrîk û gazê em neçar in bi vî awayî agir pêxin û nan çêkin.

Ji bo pitikên me şîr bi dest nakeve. Koçberbûna di bin şer de xemeke mezin e.”

Hesen û xwişk û birayên xwe alîkariya dêya xwe dikin da ku zarokên xwe têr bikin.

Ev fenomenek e ku em her roj dibînin. Ev êdî ji bo wan bûye beşek ji jiyana rojane.

“Ji ber nebûne elektrîk û gazê tiştekî ku em bikin tine”

Hesen Ebûhemam wiha anî ziman, “Hinek ji me li malên xizmên xwe dimînin, hinek ji me jî li vê qada vekirî dimînin.

Em neçar in wisa bikin, wekî çawa ku em neçar bi vî awayî xwarinê çêbikin.

Ji ber nebûne elektrîk û gazê tiştekî ku em bikin tine.”

Xelkê Xezeyê di peydakirina pêdiviyên jiyanê yên herî sereke de jî zehmetiyên mezin dikişîne.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ragihand ku li Xezeyê kêmasiyeke zêde ya xwarinê heye.

WFPyê ragihand ku xelkê li wir bi karesateke birçîbûnê re rû bi rû ye.

Bi saetan di dora avê de dimînîn

Mihemed Necarê Xezeyî diyar kir ku ew ji bo avê dikevin dorê û got, “Em her sibe saet di heştan de ji bo avê tên vir.

Ji ber qelebalixê em herî kêm du saetan li bendê dimînin û hinek av bi destê me dikeve.”

Kêmbûna sotemeniyê li Xezeyê di 130 firinên bajêr de çêkirina nan aniye ber rawestandinê.

Kêmbûna sotemeniyê xebatên belavkirina alîkariyên mirovî, di nav de alîkariya xwarinê jî asteng dike.

Berdewamiya şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezeyê, rewşa xelkê aloztir kiriye û gihandina pêdiviyên sereke yên jiyanê zehmet kiriye.

Hema hema tevahiya xelkê Xezeyê hewceyî alîkariya xwarinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst