Amerîka: Haya me ji teqînên Libnanê nîne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller Koşka Spî Libnan Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku haya wan ji bûyerên teqînên amûrên pêwendiyê nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konferansa rojnamegeriyê de axivî û bersiv da pirsên li ser teqînên li Libnanê.

Mathhew Miller diyar kir ku ti pêwendiya Amerîkayê bi teqînan re nîne û wiha got:

"Ez dikarim bibêjim ku ti eleqeya Amerîkayê bi vê bûyerê re nîne.

Beriya rûdana bûyerê jî ti zanyariyên Amerîkayê li ser bûyerê nebûn. Em niha li ser bûyerê agahiyan distînin.”

Miller, ji ber bûyeran behsa tohmetbarkirina Îsraîlê jî kir û amaje bi wê yekê kir ku bûyer niha çêbûye û ew malûmatan distînin.

Mathew Miller amaje bi wê yekê kir ku mafê Îsraîlê heye ku li hemberî êrişan xwe biparêze û ew piştgiriyê didin êrişên xweparastinê yên Îsraîlê.

Li aliyê din, Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierreyê jî diyar kir ku ti pêwendiyeke Amerîkayê bi bûyerên Libnanê re nîne.

Karine Jean-Pierreyê di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kir ku Amerîka dixwaze Îsraîl û Libnan pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê çareser bikin.

Karine Jean-Pierreyê eşkere kir ku bûyer hîn zûye û wiha got:

"Ez naxwazim behsa spekulasyonên vê bûyera bikim û em di wê baweriyê de ne ku Îsraîl û Hizbulah divê bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bikin.”

Çi bûbû?

Amûra pêwendiyê ya Pagerê ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn li Beyrûta paytexta Libnanê di êrişeke sîberî de hatin teqandin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Firas Abiad piştî êrişan di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Li gorî gotina Firas Abiad, ji ber teqînên amûrên pêwendiyê 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û 8 kes jî mirine.

Li aliyê din, SOHRê diyar kir ku li herêma Kafr Sousayê ya Şamê otomobîlek teqiyaye û 4 kes birîndar bûne.

Li gorî nûçeyê, li herêma Seyyde Zeynebê jî ji ber teqînan 7 kes û li herêma Al Qalmounê jî 3 kes ji ber teqînan birîndar bûne.

SOHRê diyar nekiriye bê ka ew kesên birîndar bûne hemwelatiyên kîjan welatî ne, sivîl an çekdar in.

Medyaya Îranê jî belav kiribû ku Balyozê Îranê yê Libnanê jî ji ber teqînan birîndar bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst