Xeze (Rûdaw) – Gelê Xezeyê li bendê ye ku agirbest dest pê bike û xwîn raweste.
Mala Meryemê bi bombeberdana Îsraîlê rûxiya û ew di şerê Xezeyê de gelek caran koçber bû.
Lê wê hîn jî hêviya xwe winda nekiriye, li benda pêkhatina agirbestê ye ji bo ku dawî li koçberiyeke jibîrnekirî were.
Meryem Ebu Cami jineke Xezeyî ye ku ji Xuzaeyê ber bi rojavayê bajarê Xan Yunisê ve hatiye koçberkirin, we êşên xwe yên li gel zarok û neviyên xwe ji Rûdawê re gotin.
“Hêviya me heye”
Meryemê diyar kir ku hêviya wê destpêkirina agirbestê ye û li pey çû:
"Hêviya me bi destpêkirina agirbestê heye da ku em karibin vegerin herêmên xwe.
Hêviya me heye tiştên ku li malên me mane û ji serma û baranê xelas bibin û êşa koçberî, birçîbûnê nemîne.
Me divê em ji bêavî, koçberî û qeyranên curbicur xelas bibin.”
Li Xezeyê hûr û giran ji encamên şerê ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan di navbera Îsraîl û Hemasê de dest pê kir êş kişandin.
Li gorî biryarê dê agirbesta Îsraîl û Hemasê 19ê vê mehê (yekşemê) dest pê bike û hêvî ew e ku şer raweste.
Îsmaîl Ubeyd koçberekî ji Beyt Lahiyayê ye, ew ji derenketina agirbestê ne xweş e.
“Bi derengîketinê em xemgîn û aciz kirin”
Îsmaîl Ubeyd diyar kir ku ew dixwazin vegerin malên xwe û pê de çû:
“Em li hêviya agirbestê bûn lê em şaş bûn ku dê yekşemê dest pê bike.
Wê bi derengîketinê em xemgîn û aciz kirin çimkî em dixwazin vegerin malên xwe.
Em ji ber koçberiyê westiyane ku zêdetirî 13 mehan ajotiye û şer û wêrankarî derbas kiriye û me bi hezaran şehîd dane û bi hezaran nexweş û birîndarên me hene."
“Em li benda agirbestê ne”
Mumin Ebu Şewaribê ku koçberek ji Refehê ye jî wiha axivî:
"Bi mehan e em li benda agirbestê ne û me êşeke mezin kişandiye.
Zêdetirî 50 hezar Filistînî hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Ji vir em dipirsin çima agirbest tê biderengîxistin?
Em şer û firîna balafirên Îsraîlê naxwazin û em di rewşeke gelekî zehmet de dijîn."
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, li Xezeyê şer bûye sedema mirina zêdetirî 46 hezar kesan û birîndarbûna zêdetirî 110 hezar kesan.
Dilê wan bi biderengîketina agirbestê giran e lê li Xezeyê niha tîrêjeke hêviyê heye ku şerê malwêran raweste.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse