Îran: Me bersiveke meşrû da Îsraîlê

14-04-2024
Nîşan Îran Îsraîl Êriş Bersiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan da zanîn ku wan bersiveke meşrû daye Îsraîlê.

Îranê, şeva borî bi gelek mûşek  û dronan êrişî xaka Îsraîlê kiribû.

Husên Emîr Ebdulahiyan li ser êrîşa berê ya Îsraîlê axivî û da zanîn ku ew 10 rojan li hêviya karên dîplomatîk mane.

Husên Emîr Ebdulahiyan diyar kir, ji ber ku karên dîplomatîk bê encam man wan bersiva meşrû da Îsraîlê.

“Binpêkirina yasayên naneteweyî bû”

Husên Emîr Ebdulahiyan herwiha da zanîn ku êrişa Îsraîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê binpêkirina yasayan e û got:

“Ya ku li Sûriyeyê li hemberî Îranê hat kirin, binpêkirina yasayên naneteweyî bû.

Êrişa li baregeha asmanî ya konsolxaneya me ya li Sûriyeyê hat kirin, ne rewa bû.

 Em ji hûrgiliyan haydar bûn û me zanî ku em dê li kîjan baregeha asmanî ya Îsraîlê bidin."

Husên Emîr Ebdullahiyan, amaje bi wê yekê jî kir ku beriya destpêkirina êrişê bi 72 saetan wan welatên cîran jî agahdar kirin ku bersiva Îranê li ser bingeha parastina rewa ye.

Çi bûbû?

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê tê wateya êrişkirina ser axa wan û ew dê bersivê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bide.

Doh Îranê bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Îranê ragihand ku li hin armancên leşkerî hatiye xistin.

Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrişan bi sîstema parastina asmanî hatine astengkirin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst