Hizbulah: Îsraîl nikare gundekî Libnanê jî dagir bike

Duh li 07:02
RÛDAW
Nîşan Şerê Îsraîl û Hizbulaha Libnanê Libnan Hizbulaha Libnanê Şerê Îsraîl û Hemasê Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê ragihand ku Îsraîl nikare gundekî Libnanê jî dagir bike.

Berdevkê Hizbulaha Libnanê Mihemed Efîf diyar diyar kir ku heta niha Îsraîlê nikariye gundekî Libnanê jî dagir bike.

Îsaîlê beriya niha bi 45 rojan li dijî Hizbulaha Libnanê dest bi operasyoneke bejahî kiribû.

Mihemed Efîf îro li Beyrûtê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û diyar kir ku 45 roj di ser şerê xwînawî re derbas bûne û heta niha Îsraîlê gundekî wan jî kontrol nekiriye.

Îsraîlê 20ê Îlonê li hemberî Libnanê dest bi bombebaraneke dijwar kir. 

Her wiha Artêşa Îsraîlê 30ê Îlonê li dijî Hizbulahê li başûrê Libnanê dest bi operasyoneke bejahî kir.

Hizbulah red dike ku Îsraîlê beşek ji axa Libnanê dagir kiriye.

Îsraîl diyar dike ku armanca operasyona wê ew e ku sînorê xwe yê bakur ê bi Libnanê re ewle bike.

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, armanca operasyonê vegerandina 65 hezar koçberan e ku ji ber êrişan ji cih û warên xwe derketine.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 3yê Çiriya Paşîn da zanîn ku armanca wî ew e ku çekdarên Hizbulahê vekişînin Çemê Lîtaniyê.

Êriş û bombebaranên Îsraîlê yên li Beyrûtê berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişên roja yekşemê yên Îsraîlê de herî kêm 41 kes hatine kuştin.

Di êrişên li bakurê Libnanê de 23 kes hatine kuştin û di nava kuştiyan de jin û zarok jî hene.

Wezaretê da zanîn ku di êrişa li gundê Almayê yê li bajarê Cebileyê de 23 kes hatine kuştin ku 7 kes ji wan zarok bûn.

Gundê Almayê 30 kîlometreyî dûrî Beyrûtê ye û şêniyên wî piranî Şîe ne.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê heta niha 3 hezar û 180 kes ji ber êrişan mirine û 13 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.

Di nav miriyan de 192 zarok û 618 jin hene.

Her wiha li Îsraîlê jî ji ber êrişên Hizbulahê 72 kes mirine û herî kêm 1200 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst