Berpirsê Pêwendiyan ê Hizbulahê kî ye?

Duh li 08:17
RÛDAW
Nîşan Wefîq Sefa Îsraîl Libnan Hizbulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand ku armanca êrişê doh a Îsraîlê ya li Beyrûtê Berpirsê Hevahengî û Pêwendiyan ê Hizbulaha Libnanê Wefîq Sefa bûye.

Ew sala 1960î li bajarokê Zebdeynê yê li başûrê Libnanê ji dayîk bûye.

Sala 1984an dibe endamê Hizbulaha Libnanê.

Wefîq Sefa sala 1987an bû Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Hizbulaha Libnanê.

Ji ber rola wî ya ewlehî û siyasî ya girîng a di Hizbullahê de wekî kesayetiyekî nezelal û nakok tê dîtin.

Her wiha ew di birêvebirina pêwendiyên siyasî, ewlehî û derve yên Hizbulahê de roleke sereke dilîze.

Wî hem navxwe û hem jî herêmî roleke mezin di gelek danûstandinan de lîst ku di nav wan de danûstandinên pevguhertina dîlan a sala 2006an a Îsraîl-Hizbulahê ye.

Sala 2000î dema ku Hizbulahê 3 leşkerên Îsraîlê revandin, Wefîq Sefa komîteyeke danûstandinan ava kir û sala 2004an bi rêkeftinekê termên wan bi hejmarek dîlên Hizbulahê re hatin guhertin.

Beriya şerê sala 2006an a di navbera Hizbulah û Îsraîlê de, ew beşdarî danûstandinên vegerandina du dîlên Îsraîlî yên ku ji aliyê Hizbulahê ve hatibûn revandin bû.

Termên wan 16ê Hezîrana 2008an ji bo Îsraîlê hatin vegerandin.

Wefîq Sefa bi danîna astengan a li pêşiya lêpirsîna Teqîna Bendera Beyrûtê ya sala 2020an tê tawanbarkirin.

Hat ragihandin ku di teqîna 7ê Îlonê ya Pageran de 2 kurên wî jî birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Wefîq Sefa “bender û deriyên sînorî yên Libnanê ji bo hêsankariya çûnûhatina endamên Hizbulahê bi kar tîne.”

Her wiha ji aliyê Wezaretê ve bi tawana qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir jî hatiye cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst